Melet: Divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe 2021-04-17 09:02:00   WAN - Serokê ÎHD'ê yê Şaxa Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û got: "Ev tecrîd, bi tena serê xwe rêbazeke îşkenceyê ye. Tavilê divê vv bêhiqûqîtî bê rakirin."    Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 27'ê Mijdara 2020'î ve didomin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Şaxa Wanê Mûrat Melet, ji bo rakirina tecrîdê bang li her kesî kir ku bertek nîşan bidin.    'KÊR GIHAŞT HESTÎ'    Melet, destnîşan kir ku berê jî çalakiên greva birçîbûnê wekî rêbazeke têkoşînê hatine kirin û ji ber ku "kêr gihaştiye hestî" girtî serî li vê rêbazê didin. Melet, bibîr xist ku girtiyên siyasî gelek caran li dijî neheqî û bêhiqûqîtiyê ketine greva birçîbûnê û got: "Dev ji neheqiya dewletê û îqtidar siyasî berde, ez wisa difkirim ku êdî civak jî neheqiyê li girtiyan dike. Ji lew re ne rast e ku mirov her tiştî ji girtiyan bixwaze. Lewm divê civak refleksa xwe nîşan bide. Em parêzvanên mafên mirovan, tim dibêjin mafê jiyanê pîroz e. Çi dibe bila bibe divê tu kes bedena xwe nede ber birçîbûnê. Lê belê li Tirkiyeyê êdî tiştekî ku bê kirin nemaye, lewma serî li vê rêbazê didin."    'DIVÊ BÊHIQÛQÎTÎ BIQEDE'    Melet, destnîşan kir ku girtî hewl didin ku bi têkoşîna xwe pergala heyî veguherînin pergaleke demokratîk, lê belê bêdengiya ji bo çalakiya wan cihê xemgîniyê ye. Melet got: "Ev bêdengî, tavilê dibê bi dawî bibe û her kes bibe dengê girtiyan. Divê daxwazên wan ên rewa û mafdar bên dîtin. Tavilê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Ev tecrîd bi tena serê xwe rêbazeke îşkenceyê ye. Her wiha rewşa pergala edaletê ya welêt nîşan dide. Ji lew re tecrîd bêhiqûqîtî ye. Demildest divê ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe. Divê em hemû bibin dengê girtiyan û bitêkoşin."    Melet, destnîşan kir ku mafên girtiyên din çi bin mafên Ocalan jî ew in û got: "Lê îqtidar ji bo ku Ocalan ji van mafan bêpar bihêle serî li hemû rêyan dide. Lê ev rê ne ew rê ne ku bi ser bikevin. Demildest divê ev tiştên bêwate bên sererastkirin."    Melet, bang li hemû rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û kesên demokrasîxwaz kir û got: "Divê ev bêdengî bi dawî bibe. Ji bo ku li Tirkiyeyê aştiya navxweyî çêbibe, demildest divê tecrîd bê betalkirin. Ji bo vê jî divê em hemû bang li dewletê bikin."