Li Kercewsê sixtekarî: Ji bo qanihkirinê wan dibin avahiya AKP'ê 2021-04-17 09:01:08   ÊLIH - Li Kercewsê Ferît Oner, çûye erdê Resmiye Ozmen a 72 salî û berasteng, qulibandiye ser navê kesekî din. Her wiha hat diyarkirin ku Ferît Oner kesên ku xapandine birine avahiya AKP'ê û li wir hewl daye wan qaneh bike.    Li navçeya Kercewsê ya Êlihê Ferît Oner, birayê Serokê AKP'a Kercewsê Şefîk Oner, û 4 kesên din gelek kes xapandine. Piştî ku mexdûran gilî kiriye, Serdozgeria Komarê ya Kercewsê jî di 23'yê Adarê de derbarê gumanbaran de fezleke amade kiriye. Fezleke ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatiye şandin. Kesên gumanbar ên di fezlekeyê de ev in: Ferît û Mehmet Tevfîk Oner (bira ne), Tûrgût Başçi, Erhan Îlbasan û Hasan Tûtûş. Kesên mexdûr jî ev in: Kerem Ûgûrtay, Zekeriye Yildirim, Îbrahîm Halîl Ozmen û Resmiye Ozmen a berastenga zihnî.    Di fezlekeyê de her 5 kesên gumanbar bi "xapandinê", "sixtekariyê" tên sûcarkirin.    JINA BERASTENG XAPANDIYE   Tê îdiakirin ku Ferît Oner, Resmiye Ozmen a 72 salî û berastenga zihnî biriye noterê û li wir 11 donim erdê wê yê li Taxa Pinarbaşiyê qulibandiye ser navê kesekî din. Piştî ku zarokên Resmiye Ozmenê îtiraz kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin.    ‘SIXTEKARÎ Û XAPANDIN'    Îbrahîm Halîl Ozmen, kurê Remziye Ozmenê, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de diyar kiriye ku erdê navbirî aydê dêya wî ye, xwendin û nivîsandina dêya wî tune ye û Ferît Oner û hevalê xwe Hasan Tûtûş dêya wî birine noterê û li wir wekaleta erd qulibandine ser navê kesekî din. Ahmet Ozmen, hevjînê Resmiye Ozmenê, jî anî ziman ku ji bo vê tu tişt ji wan re nehatiye gotin û kesî pere nedaye wan û hevjîn wî bîrkorî ye û ji ber vê hatiye xapandin.    BI MILYONEKÊ FIROTIYE   Di fezlekeyê de hatiye diyarkirin ku Ferît Ozmen, erdê Resmiye Ozmenê bi milyonekê firotiye Tûrgût Başçi.    WAN BIRINE AKP'Ê    Her wiha di fezlekeyê de hatiye diyarkirin ku Ferît Oner, ji kesê bi navê Zekeriya Yildirim re gotiye ê erdekî bi erzanî bikirin û bi vî awayî Yildirim jî xapandiye. Hatiye destnîşankirin ku Oner 3 hezar û 500 Euro ji Yildirim çirpandiye. Ji ber vê Oner, Yildirim biriye avahiya AKP'ê û hewl daye wî qaneh bike.    ERDÊ KESEKÎ MIRΠ   Paşê hatiye fêmkirin ku erdê ku Oner xwestiye bifiroşe, erdê Zekî Sevîk e. Sevîk jî jiyana xwe ji dest daye. PIştî malbata Sevîk pê dihese, giliyê Oner dike.    Ferît Oner û birayê wî Mehmet Tevfîk Oner li navenda navçeyê Gercuş Emlakê bi rê ve dibin û li vê emlakê ji xelkê re dibêjin dê erdên erzan bifiroşin wan û bi vî awayî wan dixapînin. Her du birayan bi heman awayî milyon û 375 TL û çekeke 845 hezar TL ji kesên bi navê Kerem Ûgûrtay û Hasan Tûtûş setndine.