Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir 2021-04-11 17:14:29 ENQERE - Di piryara hinceta cezayê girtîgehê ya ji ber "Heqaret li Serokkomariyê kirin" ê ji bo Selahattîn Demîrtaş hatibû dayîn de, wiha hat gotin: "Azadiya nîqaşa siyasî, ne mutleqe. Divê di çarçoveya azadiya îfadeyê de bê destgirtin."   Dadgeha ku ji sûcê "Heqaret li Serokkomariyê kirin" 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş birîbû, biryaryara xwe ya hincetê aşkere kir. Di biryara hincetê ya ku li 46'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Bakirkoyê hat amadekirin de, hat destnîşan kirin ku delîlek şênber nehatiye pêşkêş kirin û wiha hat gotin: "Azadiya nîqaşa siyasî, ne mutleqe. Divê di çarçoveya azadiya îfadeyê de bê destgirtin."   Di biryara bi hincet de nêrînên siyasî, dema Erdogan dibe mijara gotinê bû sûc û dema Erdogan dibe mijar gotinê mûtlaqbûna azadiyê jî nîne.   Di biryarê de hincet bi şêweyê, “Bê guman, divê azadiya parlamenter di derbirîna ramanên xwe yên siyasî de were dabîn kirin. Lê belê, azadiya nîqaşa siyasî ne teqez e. Divê ew di çarçoveya azadiya derbirînê de were destgirtin. Di encamê de, kiryarên tawanbar ne girêdayî zirxê parastinê ne” hate aşkerekirin.   Her wiha di biryarê de Erdogan “Serkêşê dewletê û nûnerê yekitiya gelê Tirk” hesibandin, sûcê heqaretê weke sûcê “li dijî dewletê kirî” nirxandin.   Roja 22’ê Adarê bi îddîaya ku heqaret li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye, 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Gelan a Demokratîk Selahattîn Demirtaş birîn.