Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin 2021-04-11 13:47:49   MÊRDÎN - Şaredariya Rişmilê ya AKP'î di çarçoveya "Veguhertina Bajarvaniyê de" dest datîne ser mal û milkê welatiyên Rişmilê û dixwaze welati koç bikin. Şêniyên Rişmilê bertek nîşanî şaredariyê dan û anîn ziman ku Şaredariya AKP'î şev nîvê şevê xaniyan xera dike û wan koçber dikin.    Şaredariya Rişmilê ya AKP'î li taxên Gul û Tepebaşi yên Navçeya Rişmilê di çarçoveya “Veguhertina Bajarvaniyê de" bi zorê dest datîne ser mal û milkên welatiyan û hewl dide wan koçber bike. Li dijî  vê hewldana Şaredariya AKP'ê gelê Rişmilê bi bertek in. Piştî şaredariyê av û ceyran ji ser welatiyan qut kir û xaniyên welatiyan xerakirin, welatiyan li dijî ve hewldana şaredariyê çalakî li dar xistin û meşiyan.    Gel di çalakiya meşê de xwestibû Şaredarê AKP'î yê Rişmilê Hayrettin Demîr ji peyvirê îstifa bike. Piştî daxwazên gel li ber çavan nehat girtin, şeniyên Rişmile bi sernavê "Gelê Mexdûr ê Rişmilê" daxuyanî dan. Gel di daxuyaniyê de daxwazen xwe anîn ziman û gotin: "Em welatiyên mexdûr ên ku Şaredariya Rişmilê bi zorê malên me ji destê me digire nin. Di çarçoveya projeyê de armanc dikin ku 280 malbatan bê xanî û bê war bihêlin. Şaredar armanc dike ku bi vê projeyê qada rantê ji xwe re ava bike. Em mirovên xizan in. Tu cihê em biçin lê bi cih bibin tune ye. Tu fêdeya projeyê ji bo gel tune ye. Bi vê projeyê armanc dikin gel ji cih  û warên wan bike."    'ŞEV NÎVÊ ŞEVÊ XANIYAN BI SERÊ MIROVAN DE XERA DIKIN'   Gelê Rişmile di daxuyaniye de anîn ziman ku Şaredarê Rişmilê Hayrettin Demir, li gel pêvajoya darazê didome jî dîsa li gorî xwe tev digere û xaniyan xera dike. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di şertê şewba vîrûsê de bi zorê mirovan ji malên wan derdixin û dişinin ser mirinê. Li Rişmile sûcê mirovahiyê heye. Şev nivê şervê xaniyan bi ser serê mirovan de xera dikin.  Mirovên xaniye wan xera dibe çend pot û alavên xwe ji bin kavilên xaniyan direvînin û bi kamyonan berê xwe didin bajarên xerîb. Li Rişmilê ev bûyer rû didin lê deng ji îqtidare nayê. Gel nikare ji xizmeta av, ceyran û xizmetên bingehîn sûdê bigire. Şaredarî heqê karkeran nade wan. Tazminatan nadin wan. Kesên heqê xwe dixwazin jî wan ji kar derdixin."