Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide 2021-04-11 10:57:06   NAVENDA NÛÇEYA –  Civaknas û feylesofê marksîst û rexnegirê çandê Slavoj Zizek wê li Zanîngeha Kobanê wane online bide.    Civaknas û feylesofê marksîst û rexnegirê çandê Slavoj Zizek, wê di 18’ê nîsanê de li Zanîngeha Kobanê waneya bi mijara “Gelo di roja me de demokrasî hê jî bijarteke ke?” online bide. Hat diyarkirin ku waneya saet di 20.00’an de bê dayîn wê li ser hesabên medya civakî yên zanîngehê bê weşandin.    Zanîngeha Kobanê, bi awayekî fermî di 10’ê kanûna 2017’an ve vebûbû.