Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin 2021-04-11 09:06:24   SÊRT - Balafirgeha Sêrtê ku di sala 1998'an de hatiye çêkirin û ji ber kêmasiyên wê bi milyonan TL pere lê hatiye xerckirin, ji ber mijê balafir nikarin xwe lê deynin. Piraniya rêwiyan li balafirgehên bajarên derdorê datên û ji wir jî wan bi mînîbusan tînin bajêr.    Balafirgeha Sêrtê, di sala 1998'an de hatibû çêkirin. Balafirgeh li devereke 1100 metrekareyî hatibû çêkirin. Heya niha ji ber kêmasiyên teknîkî bi milyonan pere lê hatiye xerckirin, lê dîsa jî di warê çûnhatinê de pirsgirêk rû didin. Ji ber van pirsgirêkan gelek caran seferên wê hatine betalkirin.    Îqtidara AKP'ê, beriya her hilbijartinê soz dide gelê bajêr ku dê balafirgeheke nû çêbike. Lê belê piştî hilbijartinê sozê xwe bi cih nayne. Ji dêvla çêkirina balafirgeheke nû, balafirgeha heyî di ser re diselihîne. Di Nîsana 2017'an de ji bo selihandina hêla wê ya teknîkî û dirêjkirina pîsta wê, balafirgeh hatibû girtin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan îhaleyeke bi 22 milyon TL'yî hatibû çêkirin. Ê ku îhale girtibû jî Bedrettîn Bînbay bû ku di hilbijartina 2018'an de bernamzetê AKP'ê bû. Lê ji ber ku îhale di wext de nehatibû qedandin, paşê hatibû betalkirin.    Piştî vê îhaleyê di 1'ê Adara 2018'an de îhaleyeke nû hatibû çêkirin. Bedêla vê îhaleyê jî 24 milyon bû. Ê ku îhale wergirtibû jî Mehmet Alî Altindag bû.    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, di 8'ê Nîsana 2018'an de di Kongreya Bajêr a Sêrtê de, ji bo balafirgehê gotibû: "Me biryar girt, ne balafirgeheke nû, em ê pîsta ya heyî dirêj bikin. Heger biqede dê sefer li wir bên kirin. Ê sefer vê havînê dest pê bikin."    DI SALA 201'AN DE CARDIN HAT VEKIRIN    Piştî tedîlatê balafirgeh di 6'ê Adara 2019'an de bi beşdarbûyîna Parlementerê AKP'ê yê Sêrtê Osman Oren, Wekîlê Şaredar Ceyhûn Dilşad Taşkin merasîma vekirinê hatibû lidarxistin û seferên balafirgehê dest pê kiribûn. Lê belê piştî demeke kurt, ji ber mijeke zêde seferên wê li ser hev hatibûn betalkirin.    Balafirên ji ber mijê nikarin dakevin balafirgeha Sêrtê xwe li balaffirgehên Êlih û Sêrtê digirin. Rêwiyên li van bajaran datên jî bi mînîbusan tên Sêrrtê.    MA / Fethî Balaman