Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye 2021-04-11 09:03:20   STENBOL - Dîroknas Erdogan Aydin, bal kişand ser danezana generalên teqewît û diyar kir ku danezana amîralan şerê navê yê hêzên nava dewletê ye û wiha got: “Ev geşedan dê tifaqên nava dewletê biguherîne."   Serokê Meclîsê Mustafa Şentop, beşdarî bernameyek tv bû û têkildarî pirsa "Pêkan e ku Peymana Montro ji aliyê Serokomar ve bê fesixkirin ya na? got "Ji aliyê teknîkê ve pêkan e." Piştî vê yekê 104 fermandarên girêdayî Hêzên Deryayê belavoka Montro parve kirin. Bi vê yekê Peymana Montro dîsa kirin mijara niqaqê. Pişti vê yekê îqtîdarê bertek nîşanî danezana van amiralan dan. Serokomar Erdogan ev danezana amîralan wekî “Darbeya li dijî rêveberiya welat a hilbijartî" pênase kir. Piştre Serdozgerê komarê yê Enqereyê der barê 14 amîralên teqawît de biryara binçavkirinê da. Li ser vê yekê polîsan bi ser malên 10 amîralan de girt û 10 amîral binçav kirin. Bang li 4 amîralan jî kir û xwest îfade bidin.   Têkildarî niqaşên Peymana Montro Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin, nirxandin kir. Aydin, anî ziman ku peymana Montro di sala 1936'an de bi peymanek navneteweyî hat îmzekirin û wiha got: "Hemû rêyên avê, ji derbasbûna keştiyên bazirganiyê yên cîhanê re vekirî ne. Lê pir hindikê wan ên wekî boriya Derya Çanakkale û Marmara, di qada dewleta serdest de ye. Ji ber vê yekê maf û destûra derbasbûna van deryayan di destê Tirkiyeyê de ye. Ev peyman bi daxwaza Yekîtiya Sovyetan pêk hat. Lê wê demê Îngîlîstan li dijî vê yekê bû."   Aydin, da zanîn ku dema ev peyman hat îmzekirin, Şerê Cîhanê yê 2'yemîn hebû û wiha got: "Wê demê Fransa, ji êrîşên Almanyayê ditirsiya. Ji ber vê yekê xwest bi Yekîtiya Sovyetê re peymanê çêke. Fransayê piştgirê da teza Sovyetê. Dîsa ji ber Îngîlîzan jî nedixwest Tirkiye nêzî Almanya bibe. Li ser daxwaza Tirkiye destûr dan muzakereyên peymana Montro. Tirkiye jî ev peyman anî rojeva Neteweyên Yekbûyî û erê kir.   'RÊ LI BER KURDAN GIRT'   Aydin, bibîr xist ku wê demê Iraq, Îran, Tirkiye û Afganistan bi arastekirina emperyalîsta Îngilizan bi navê CENTO rêxistinek nû hat avakirin. Îngîlîzan armanc kir ku li dijî Yekîtiya Rûsya blokajekê ava bike. Dîsa xwest li dijî mafê hebûna neteweya Kurd bi piştgiriya Îngîzan peymana CENTO îmze bike. Tirkiye jî bi aramiya vê peymanê bêtir xwe nêzî Îngîlîzan kir. Ji ber vê yekê heta Mustafa Kemal mir jî polîtîkayên xwe li gorî nêzîkbûna Îngîlîstanê diyar kir. Bi CENTO ne tenê rê li pêş Yekitiya Sovyetan girt, di heman demê de rê li pêş dewletbûna Kurdan û bi destxistina mafên kurdan jî girt. Ji ber vê yekê Peymana Montro ji bo Tirkiyeyê wekî gavek erênî mirov dikare şirove bike.   Aydin, bibîr xist ku dema keştiyek li gorî peymana Montro derbasî derya Çanakkale bibe ket derya Marmara tu hêz nikare bêje tu nikare di vir re derbas bibe û wiha got: "Hikûmeta Tirkiye wisa difikire ku ji bo keştiyên di boriyê re derbas dibe serê tonê 0.95 dolar distîne. Wisa difikire ku qanalek din veke û wan arasteyî wir bike dê ve carê terê tonê 5 dolar bistîne. Lê tiştekî wisa ne pêkan e."   'PEYMAN XERA BIBE REWŞEK XERAB LI BENDA TIRKIYÊ YE'    Aydin, diyar kir ku eger peyman xera bibe, dê Derya Spî ji derya aştiyê derkeve û bibe deryaya ku DYA û Rûsya lê şer bike û wiha lê zêde kir. "Dê bi vê yekê mafê Tirkiye yê serdestiyê ji destê wê derkeve. Piştî peyman xera bibe, dê hêzên metin li ser pişta Tirkiye şer bikin û Tirkiye dê bêtir têkeve rewşek xerab. Lê îqtidara AKP'ê wisa difikire ku bi vê rageşiyê civakê bêdeng bike û li gorî xwe bi encam bike. Bi taybetî dixwaze bi ve yekê têkiliya xwe û DYA ya xerabûye ji nûve rast bike.  Ev dê bibe sedem ku rageşiya navbera Tirkiye û Rûsya bêtir mezin bibe. Dîsa Rûsya ku li Suriyeyê li ser mêtîngeriya Kurdan hatiye avakirin, dê bibe sedem ku mutabakata di navbera Esad û Tirkiyeyê de jî xera bike.   Serokomar wisa difikire ku navbera wan û Rûsya xera bibe ji dê DYA li wan xwedî derkeve. Dibêje ez endamê NATO me. Ji ber vê yekê difikire ku NATO û ABD li Sûriye êdî piştgiriyê nede Kurdan. Dibêje ez dewlet im, bazar û hêza min heye. Lê ev kar dê ne hêsan be.   Erdogan Aydin, herî dawî bal kişand ser danezana amîralan û wha got: "Ji vê yekê tu darbe dernakeve. Ev danezana amîralan wekî şerê navê yê navbera du hêzên di nava dewletê de ye. Encama vê yekê dê çibe mirov niha nikare tişteki bêje. Binçavkirina amîralan, rîsa belavkirin û rageşiya îtîfaqa li dijî gelê Kurd hatiye avakirin nîşan dide. Em ê di rojê pêş de bibînin ku dê bandora xwe çawa li ser siyaseta Tirkiyeyê bike.   MA / Mehmet Alî Ertaş - Ferhat Çelîk