248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2021-04-10 22:12:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 248 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 52 hezar û 676 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 248 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 52 hezar û 676 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 33 hezar û 702 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 798 hezar û 333.