Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn 2021-04-10 14:39:57 STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 837'an de li aqûbeta Nûrettin Yedîgol ê 40 sal in winda bûye pirsîn. Muzaffer Yedîgol, anî ziman ku yên birayî wî winda kirine û vê zilmê bi wan didin jiyîn ne îmana wan heye û ne jî tirsa wan ji xwedê heye.    Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin û li aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 837’an de çalakiya şemiyê li ser medya civakî berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber şewba vîrûsa corona vê hefteyê jî bi rêya vîdeo li ser medya înternetê parve kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Nûrettîn Yenîgol ê di 10'ê nîsana 1981’an de, polîsan li İdealtepe ya Stenbolê di serdegirtina malê de ew binçavkirin û windakirin pirsîn. Piştî polîsan Nurettin Yedîgol li malê binçav kirin û birin, carek din agahî jê nehat girtin.    Dayikên Şemiyê ewil Zeycan Yedîgol a di mijdara 2020’an de dema li aqûbeta kurê xwe Nûrettîn Yedigol digeriya û jiyana xwe ji dest da bibîr anîn.    Ewil birayê Nurettin Yedîgol, Muzaffer Yedîgol, pirsî û xwest kesên birayê wî winda kirine bên dîtin û cezakirin. Yedîgol, anî ziman ku heta encam bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Hemû delîl û şahid belî ne. Li gel hemû delîlan hêj aqûbeta birayê min ne diyar e. Em tu carî dest ji têkoşina xwe bernedin."    Xwişka Nûrettîn Yedîgol Sevîm Yedîgol jî anî ziman ku 40 salin aqûbeta birayê xwe dipirsin, lê tu carî heviya xwe winda nakin. Kesên vê zulm û êşê bi me didin jiyandin, ne olê wan heye û ne jî tirsa wan ji xwedê heye. Em tenê hestiyên windayên xwe dixwazin. Dayika min çavê wê vekirî çû. Bavê min ji ber vê yekê qeyrana dil derbas kir. Em ê ji bo êşa 40 salan têkoşîna xwe ya lêgerînê berdewam bikin.    Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) ya Stenbolê Umit Efe jî anî ziman ku di lêpirsîna Yedigol de gelek kes bûne şahid û piştî îşkenceya 4 rojan agahî ji Nûrettîn Yenîgol nehatiye girtin.    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî anî ziman ku malbata Yenîgol jî wekî malbatê din ji bo aqûbeta kurê xwe serî li gelek saziyan dan û wiha got: "Piştî serlêdanan lêpirsîn bê encam ma. Dozgeriyê jî piştre der barê lêpirsînê de biryara bê şopandinê da. Şahid nehatin guhdarkirin. Hiquq bi encam nebû. Biryara DMME'ê jî wîcdanê hiqûqê nîşan nade."      Vê hefteyê li ser navê Dayikên Şemiyê Yonca Verdioğlu axivî û anî ziman ku kesên di bin çavan de hatin windakirin aqûbeta wan nayê ronîkirin û kujer bê ceza têne hiştin û wiha goğt: "Nûrettîn di 10'ê Nîsana 1981'AN DE Li Îdealtepe yê Stenbolê binçav kirin û winda kirin.