Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin 2021-04-10 14:07:46   ENQERE - Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ji bo berdana 12 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê dimînin werin berdan banga lezgîn li rayedaran kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî çalakiya xwe ya ji bo balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 344’emîn de bi rêbaza civîna vîdeo konferansê li dar xist. Di rojeva çalakiya vê hefteyê 12 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F tên ragirtin hebû û balê kişandin ser rewşa van girtiyan.    Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen di civînê de axivî û derbarê 12 girtiyên nexweş de van agahiyan da:    “* Arîf Bayram: Tevî ku pereyê xwe 5 sal berê pêşîn razandiye jî lê tedawiya wî ya împlantê nehatiye temamkirin û ji ber demek dirêj e bêdiran e rûyê wî û çeneya wî de xerabûnê dest pê kiriye. Ji ber du diranên wî kurmî bûne û neçar maye ku bikişîne.    * Resûl Kocaturk: Sendroma Wernicke-Korsakof, nexweşiya Hipotiroid û Irritabl Kolon pê re heye. Di pişikê wî de jî nodul heye. Ji ber gelek nexweşînên wî hene diyetê dike lê belê di mehên dawî de bi awayek cidî hatiye mexdûrkirin û xwarinên diyetê nadinê.    *Cîhat Ozdemîr: 20 sal in di girtîgehê de ye. Di mêjiyê wî de 4 cm nodul heye. Ji ser hişê xwe diçe û teşhîsa vê yekê jî nehatiye kirin. Hipermetrop, çavê wî ziwa dibin, fitiqa pişt û stû, kronîk otit, ji sedî 30 kerr e, di stû û testîstê de kîst, varikosel, kêmasiya pankreas enzim, hemoroida hunavî, têrnekirina kronîk venoze û refluyan, gastrîta kronîk, nodulek 11 mm ku di gurcikê de mezin dibe, di herdu çongên wî de meniskus, nexweşîna prostat pê re heye. Teşhîsa penceşêra tiroid danîne ser, sewqî Enqereyê hatiye kirin di 3’yê kanûna 2019’an de 60 heb tumor û pê re hem tiroidi û bezên lenf bi temamî hatine girtin. Cîhat Ozdemîr ragihand ku ji ber dermankirina bi kelemçe lê ferz kirine tedawiya wî nehatiye kirin.     *Salîh Gun: Nexweşînên dil û fitiqa piştê pê re heye. Otîta kronîk û kerr e. Tedawiya kêm tê kirin.    *Îsmet Akin: Di sala 2012’an de ji ber birînên di zikê wî de emeliyat bûye. Birînên wî baş nebûne, kînora bêserî çêbûye, xwîn û kêm jê tê. Serê wî pir diêşe û di kîsikê zirav de kevir heye.    *Sînan Akbayir: Nexweşîna Wernicke-Korsakoff pê re heye. Saziya Tiba Edlî di rapora wî ya ewil de ji bo taloqkirina cezayê wî ya 6 mehan guncaw dîtiye lê pişt re rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dayê. Teşhîsa hiperlipidemî danenî.    *Zeynel Karabulut: Ji ber rojiya mirinê nexweş e. Ew bi alîkariya darê binçendan dijî. Gelek nexweşînên giran pê re hene.    *Mustafa Kocaturk: Nexweşîna kronîk venan pê re heye û gelek nexweşînên din pê re hene.    *Aydin Çelîk: Nexweşîna Hepatit-B pê re heye. Her wiha gelek nexweşînên din pê re hene.    *Azîz Temel: Nexweşîna gastrit û reflû pê re heye. Nexweşîna fitiqa piştê pê re heye. Ew bi gelek nexweşînên din re jî rûbirû maye.    *Fatîh Kaplan: 3 sal in ew bi nexweşînên mîde û roviyan re rûbirû ye. Ji ber nexweşînan gelek zeîf bûye û êşên wî hene û tedawiya baş nayê kirin.     *Şerîf Mesûtoglû:  Damarên wî tend dibin, noropatî, xwiraca laş û Hepatit-B pê re heye û her wiha ew bi nexweşînên cidî yên gurcik û êşa kasbûnê pê re hene.    BANGA BERDANÊ KIR    Çevîrmen destnîşan kir ku her roja ku diçe rewşa tenduristiya girtiyên nexweş nebaş dibe û giran dibe û ji ber nayên berdan mafê wan ê jiyanê jî tê binpêkirin. Çevîrmen anî ziman ku bêyî ku tedawiya girtiyên nexweş were derengxistin divê bi lezgînî werin tedawîkirin û ji bo girtiyên nexweş bi lezgînî werin berdan bang li rayedaran kir.