Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin 2021-04-10 12:32:13   ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu rapora mafên mirovan a meha adarê amade kir û diyar kir ku di adarê de 182 mafê jiyanê hatine binpêkirin û 371 bûyerên îşkenceyê pêk hatine.    Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu, "Rapora Binpêkirina Mafan a Meha Adarê ya 2021'an" bi raya giştî re parve kir. Tanrikulu di raporê de diyar kir ku di meha adarê de 182 mafê jiyanê hatine binpêkirin. Tanrikulu, di raporê de da zanîn ku li girtîgehan 5 kes, li kargeriyan 142 kes hatine kuştin, li derve 28 jin hatine kuştin, 3 penaber hatin kuştin, 1 kes di sûcê nifrînê de zarokek di lêdana aşîna polîs û eskeran de hatiye kuştin. 2 zarok jî bi teqemeniyan hatine kuştin.    Di bûyerên îşkence û muamaleyên xerab de 371 bûyer pêk hatine. Di bûyeran de 138 kes bi îşkenceyê re rû bi rû mane. 233 kes jî li girtîgehan bi îşkenceyê re rû bi rû mane.    173 ez jî kafê wan ê azadiya raman û îfadeyê hatiye binpêkirin. Piranî kesên ku ji ber fikr û îfadeyê mafê wan hatin binpêkirin rojnameger, nivîskar û siyasetmedar in.    25 kes jî ji ber mafê rêxistinî parastine mafê wan hatine binpêkirin.    392 kes ji ber beşdarî çalakiyên meş û xwepêşandanan bûne mafê wan ê çalakiyan hatiye binpêkirin.