Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin 2021-04-10 12:05:57   EDENE - Li Edeneyê 8 welatiyên hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin û ji wan 3 kes hatin girtin.   Li Edeneyê di 3’ê nîsanê de 8 welatî hatibûn binçavkirin. 8 welatiyên ku duh kirariyên wan ên îfadeyê temam bûn sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê îfadeya 8 kesan girt û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Edeneyê kirin. Dadgehê jî piştî parastinan, 5 welatî bi şertê kontrola edlî berdan û welatiyên bi navê B.S., M.A. û R.H. bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin.