Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn 2021-04-10 11:30:43 RIHA - Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digire, banga “Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn” kir.    Dayika Emîne Şenyaşar a di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin, ligel kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9’ê adarê û vir ve, li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de ne. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 33’yemîn de berdewam dike.   Dayik û kurê xwe, mîna her serê sibehê, îro jî di saetên serê sibê de berê xwe dan edliyê û lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê Ferît Şenyaşar ên li pêş deriyê bexçeyê edliyeyê rûniştine li ser hesabên xwe yên medya civakî ev peyam parvekirin: “Heta ku edalet li ber sekeratê be, nikare kar bike. Nobeta me  ya edaletê di roja 33'emîn de bê navber dewam dike. Werin em bi hevre edaletê bidin jiyîn ku dewlet jî bijî…”   Tê payîn ku di nava rojê de nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar were ziyaretkirin.