Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin 2021-04-10 10:43:47   MÊRDÎN - Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê têkildarî greva birçîbûnê gotin “Em ê berxwedana me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemamalan dewr girtiye mezin bikin û em di wê baweriyê de ne gavek bêtir nêzî aştî û azadiyê bûne.”   Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li zindanan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirine di roja 135’emîn de didome. Girtiyên li girtîgeha Mêrdînê bi rêya malbatên xwe peyam şandin.    Girtiyan da zanîn ku ew ji 5 rojan carek dorveger greva birçîbûnê birêve dibin û sibê wê koma 28’emîn dewr bigire û dê Serhat Bogaakçe û Huseyîn Elî yê ji Rojava grevê dewr bigirin.    ‘HETA AZADIYÊ…’    Peyama girtiyan wiha ye: “Em ji bo vê çalakiyê bi biryar in. Armanca çalakiya me ew e ku tecrîda li ser Serokê me 22 sal in didome were rakirin. Êdî me kiriye armanca xwe ku Serokê me bigihîje azadiya xwe ya fizîkî. Em ê dest ji daxwazên xwe bernedin. Banga me li gelê welatparêz ê Kurdistanê ye; heta tecrîda li ser Serokê me were şikandin û azadiya fizîkî were dabînkirin li her cihê lê ne degn derxin û piştgiriyê bidin girtiyan. Em wek girtiyan tişta ji destê me were em ê bikin û em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê kêliyek jî dest ji vê daxwaza xwe bernedin. Em ê berxwedana me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemamalan dewr girtiye mezin bikin û em di wê baweriyê de ne gavek bêtir nêzî aştî û azadiyê bûne. Divê gelê welatparêz ê Kurdistanê jî bi vê baweriyê bibe hevparê vê kêliya dîrokî.”