‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê' 2021-04-10 09:00:43 AMED – Rêveberê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç, ji bo kampanyaya zimanê kurdî bang kir: "Madem ziman hebûna me ye, nexwe ji bo hebûna me îmzeyeke deyne bin kampanyayê."  Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî Komîsyona 21'ê Sibatê ava kiribûn û di bin banê komîsyonê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Kampany di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de hatibû destpêkirin û heya niha bi deh hezaran kesî îmze daniye bin kampanyayê.    Rêveberê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç, bal kişand ser girîngiya kampanyayê.    Bîlgîç, anî ziman ku eleqeyeke zêde ji bo kampanyayaê heye û ji bo helwesta dewletê ya ji bo kurdî jî got: "Rastiyek heye; heger dilê we û tunekirina gelekî hebe, divê hûn pêşî ji ziman dest pê bikin. Li Tirkiyeyê jî dewlet sed sal e dixwaze ziman û nasnameya gelê kurd tune bike. Ew bi xwe jî vî tiştî dibêjin."    Bîlgîç, anî ziman ku li hêlekê ev tişt tên kirin, li hêla din jî dewlet ji Ewropayê re dibêje "em ji bo kurdî qadekê peyda dikin", lê belê Wezareta Perwerdehiyê di sala 2021'ê de tenê di nav bi hezaran mamsoteyên kurdî de tenê 3 mamoste tayin kirine.   ‘HEQARET E'    Bîlgîç ku got "ev heqaret e li gelê kurd" got: "Tekane tişta ku dixwazin tunekirina kurdî ye. Em baş dizanin. Lewma fikra me çi dibe bila be, ev pirsgirêka me ye. Her kes divê xwedî li kampanyayê derkeve."    ‘EM XWEDÎ LI KAMPANYAYÊ DERKEVIN'    Bîlgîç, ji bo kampanyayê bang li her kesî kir û got: "Em bi kê re xeber didin, dibêje 'ziman hebûna me ye.' Madem ziman hebûna me ye, nexwe ji bo hebûna me îmzeyekê deyne bin kampanyayê. An onlayn an jî rû bi rû. Bila kes nebêje, kaxeza îmzeyê nehatiye ber deriyê me. Madem em dibêjin ziman hebûna me ye, nexwe divê em ji bo vê bixebitin. Ev kampanya, a hemû kurda ye. Ji bo bibe rojev, divê em xwedî lê derkevin."    Bîlgîç, destnîşan kir ku divê kampanya bigihê armanca xwe û got: "Kengî bigihê armanca xwe, wê çaxê ê bi dawî bibe. Em hêvî dikin bigihê armanca xwe."