Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks' 2021-04-10 09:00:40 RIHA - Li Rihayê Mehmet Başkûrtê ku bi salan e datliyan çêdike, anî ziman ku ji ber krîza aborî êdî datlî jî ji bo welatiyan bûne tiştekî "luks".  Li Tirkiyeyê ji ber krîzê û pandemiyê rewşa aborî ji binî ve nemaye. Ev yek bûye sedema betaliyê û nedebarkirinê. Welatî di serdemeke wiha de dê meha Remezanê pêşwazî bikin.    Li Rihayê di meha Remezanê de şîrînayiya herî zêde tê firotin datliyên gilover in. Lê belê ji ber krîza aborî fiyetê datliyan jî biha bûye.    Datlîfiroş Mehmet Başkûrt ku li ser rêya Riha-Xeleftiyê datliyên gilover î bikuncî çêdike û difiroşe, anî ziman ku datliyên ku berê her kesî dikirî êdî bûne tiştekî "luks". Başkûrt ku deh sal in vî karî dike, anî ziman ku ji ber ku malzemeyên datliyan biha bûne, fiyetên wan jî biha bûne. Başkûrt got: "Her diçe qezenca me kêm dibe. Mesref pir e, lê qezenc kêm e. Ji ber şewbê rewş qet nebaş e. Tiştê ku me bi salan dabû ser hev, bi di vê sala dawî de giş xwar."    Başkûrt, diyar kir ku datliyên gilover ku şîraniya herî erzan bû, niha welatî nikarin wê jî bikirin û got: "Berê her kesî dikaribû bikire, lê niha biha bûne. Ji ber ku qezenca wê kêm bû, em jî mecbûr man fiyetê wê biha bikin."    6 TL BIHA KIRIN    Başkûrt, diyar kir ku datliyên ku bi kunciyan çêdikin kîloya wê bi 15 TL'yan didin û heba wê jî bi 2 TL'yan difiroşin û got: "Du meh berê kîlo bi 13 TL'yan bû. Me di salekê de ji bêgavî 6 TL biha kir. Gava dolar zêde dibe, malzeme jî biha dibe. Lê gava dolar kêm dibe, fiyet kêm nabin."