Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye 2021-04-09 15:02:48 ENQERE -Malbatên Roboskî, ji bo ku komkujî bê ronîkirin û berpirsiyar bên darizandin serî li AYM’ê dan. Parêzer Kerem Altinparmak, diyar kir ku ger AYM biryara îhlalê bide, ewê doz vekirin û got: “Ev doz ne tenê doza malbatên Roboskiyê, doza hemû kesên baweriya xwe bi mafên mirovan tînine.”    Derbarê 34 kesên di encama bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de li gundê Roboskî jiyana xwe ji dest dan de, ji nû ve serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hat dayîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu yê di komkujiyê de birayê xwe û gelek xizmên xwe winda kirin û parêzerê malbatan Kerem Altinparmak piştî serlêdanê li ber AYM’ê daxuyanî dan çappemeniyê.   Encû, di axaftina kir de bal kişan ser komkujiyê û wiha axivî: “Ev 10 salin, ji bo ku bersûc bên darizandin, em dinava lêgerîna edaletê de ne. Balafirên şer ên Tirkiyeyê mirovên sivîl ên li ser xeta sînorê Roboskî debara xwe dikirin, bombebaran kirin. Ji wê rojê û vir ve malbatên Roboskî, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û rêxistinên civakî dixwazin ku bersûc li hemberî hiqûqê hesap bidin. Lê bi tu awayî berpirsiyar nehatin darizandin. Em daxwaza edaletê dikin. Doza li malbatên roboskiyan vekirin, binçav kirin û girtin. Dosyeyên derbarê kesên 34 mirov qetilkirin de hatibûn vekirin, bi hinceta demboriyê hatin girtin. Dayikên ku zarokên xwe winda kirin îro tên darizandin.”   ‘DARAZÊ ÊDÎ LÊNÊRÎNA XWE YA EDALETÊ WINDA KIRIYE   Encu, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi darazeke ku siyasi bûyer re rûbirû en. Me ewil dosye bir serdozgeriya Qilabanê. Bi biryara bêrayetî û bêpeywiriyê, dûre me bir dozgeriya Rayedarê Taybet ê Amedê. Piştre jî bi biryara bêrayetiyê me bir dozgeriya eskerî. Dûre bi biryara neşopandinê me ev doz ya bir AYM’ê. Dadgeha Qanûna Bilind bi hincetên pir erzan ev dosye red kir. Dûre me bir DMME’yê wan jî dosyeya me red kirin. Em îro ji nû ve serî li AYM’ê didin. Em dibînin, mekanîzmeyên darazê li vî welatî, nayin bi cih anîn. Bersûcên 34 waltiyên hatin qetilkirin hene. Wê rojekê teqez besûc û qatil hesab bibin.   EV DOZA HER KESIYE     Dûre parêzerê malbatên Roboskiyê Kerem Altiparmak axivî. Altiparmak, diyar kir ku daxuyaniyên li ber AYM’ê rûtîn bûne û wiha got: “Ev doz ne tenê doza malbatên Roboskiyê, doza hemû kesên baweriya xwe bi mafên mirovan tînine. Divê bersûc û berpirsiyar bên lêkolînkirin. Ji bo vê me ji nû de serlêdan kir. Em ji AYM’ê daxwaz dikin ku vê serlêdana me qebûl bike.”