Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan 2021-04-09 14:22:13   STENBOL – Mezûnên Zanîngeha Bogazîçiyê, ji bo tevlî doza ku 70 akademîsyenan ji bo peywirgirtina Melîh Bûlû vekiribûn bibin serî li Şûreya Dewletê dan.    Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû ku ji aliyê Serokommarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan ve tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin, di roja 96’emîn de didomin. Di 1’ê adarê de 70 akademîsyenên zanîngehê ji bo Melîh Bûlû ji peywirê bê girtin serî li Şûreya Dewletê dabûn doz lê vekiribûn. Îro mezûnên Bogazîçiyê jî ji bo ku tevlî vê dozê serî li Şûreya Dewletê dan. Mezûnan piştî serlêdana xwe li ser medya civakî têkildarî mijarê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew jî bi akademîsyen, xwendekar û malbatên xwendekaran re heta ku encam bigirin dê têbikoşin û rektoriya Bûlû qebûl nakin.