ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-09 09:00:05 * AKP'ê derbarê tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan de qanûneke nû berpêşî Meclîsê kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser qanûna navborî û destnîşan kir ku dijî Qanûna Bingehîn, DMME û Pîvanên Nelson Mandela yên Neteweyên Yekbûyî ne û dê ev nepeniya jiyana taybet binpê bike.  * Meclîsa Jinan a HDP'ê ku dê kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" li Herêma Egeyê bide destpêkirin, ê di 12-14'ê nîsanê de çareserkirina pirsgirêkan bi jinan re nîqaş bike.    * Penaberê kurd Îbrahîm Ergun li Yûnanîstanê li kampa lê dima bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû. Biraziyê wî Mazlûm Ergun got rapora otopsiyê nedane wan.    * Li Îdirê bi hatina biharê re darên mişmişan kulîlkên xwe vekirin. Lê belê cotkar ditirsin qeşa li darên mişmişên wan bixe.   * 8 karkerên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxistibûn, serî li AYM'ê dabûn. Piştî ku AYM'ê biryara "binpêkirina mafan" da, dadgeha herêmî jî biryar da ku karker vegerin ser karê xwe.    * Guler Ozdemîra ku ji ber lêpirsîna ewlehiyê serlêdana wê hatibû redkirin, serî li dadgehê dabû. Dadgehê ji bo Ozdemîrê got "ê bi dilsozî" tevnegere û doza wê red kir.    * Adem Bagiş ku ji ber sedemên siyasî çûye derveyî welêt, polîsan di mehekê de 5 caran avêtiye ser mala wî. ÎHD û OHD'ê jî diyar kirin ku di demên dawî de serlêdanên bi vî rengî zêde bûne û vê yekê wekî "polîtîkaya tepisandinê" nirxandin.    * Karker Îzettîn Akin ku rêvebiriya AKP'î ya Şaredariya Bayrampaşayê bi hinceta "Kod-29"ê ew ji kar derxistiye, destnîşan kir ku bi vî awayî tenê ne karker malbatên wan jî tên cezakirin.    * Malbatên Roboskiyê bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan dan û gotin: "Heger li ser gotina xwe be û dilsoz be, bila her tiştî yek bi yek ji raya giştî re bibêje."    * Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, bal kişand ser derzên li Bendava Înceler a gundê Ziravkê ya Qilabanê ketin û ev hişyarî kir: “Ev derz wê rê li ber karesatek mezin veke. Divê li bendavê lêkolîn bê kirin û derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.”   * Zilamên sendîkayî, diyar kirin ku di navenda zêdebûna tundî û qetilkirinên li dijî jinan de, hişmendiya serdest heye û gotin: “Bi bêdeng mayînê em tevkujiya jinan xwedî dikî. Divê em ji qadên ku me dagir kirine derkevin û bikev rolê zilam ê ku li dijî tundiyê têdikoşe.”    * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji ber gotinên derbarê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman de gotibû û jê tê darizandin wê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Kongreya xwe ya Asayî ya 18'emîn wê li Navenda Hunera Fûara Îzmîrê li dar bixe. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê "Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2020'an a Herêma Marmabarayê" dê bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (13.00)    * Şandeya KCD'ê û DBP'ê dê hevdîtinên xwe yên bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin" li Hatayê bidomîne. (13.00-20.00)   * Parêzer wê li ser navê malbatên Roboskî cara duyemîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Pişt re wê li ber AYM'ê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.30)   * Meclîsa Bajêr a HDK'a Mêrsînê dê Desteya Giştî ya 11'emîn bi beşdariya Hevberdevkê xwe Sedat Şenoglû li dar bixe. (14.00-18.00)    *Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe dê li Akademiya TGS'ê ya li Şîşliya Stenbolê bidin xwediyên wan. (16.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Gaziosmanpaşa dê fesixkirina Peymana Stenbolê li Meydana Gazîosmanpaşayê protesto bike. (16.00)   * Meclîsa Bajêr a HDK'a Îzmîrê Desteya Giştî ya Serdema 11'emîn li Navenda Îsmît Înonu li dar bixe. (17.30)