Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê 2021-04-09 08:51:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Serkêşê rêxistina sûcê organîzeyî Sedat Peker jî di nav de derbarê 63 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Li 5 bajaran ku navenda wê Stenbol e derbarê 63 kesan de operasyona binçavkirinê hat destpêkirin. Serkêşê rêxistina sûcê organîze Sedat Peker jî di nav van kesên biryara binçavkirinê ji bo wan hatiye dayîn heye. Ji sûcên wek “ji bo sûc bikin rêxistin ava kirine”, “talankirina bi wesf”, “desteserkirin”, “bertîl”, “birîndarkirin”, “gef” û “kes ji azadiya wî/wê bêpar hiştin” lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Polîsan bi ser 121 navnîşanan de girt. Di Stenbolê, Enqere, Kocaelî, Trabzon û Hatayê hat birêvebirin gelek kes hatin binçavkirin.    Çend roj berê derketibû holê ku Sedat Peker bi ewraqên sexte li Makedonyayê bi cih bûye.