55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-04-08 21:51:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 258 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 55 hezar û 941 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 258 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 55 hezar û 941 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 33 hezar û 201 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 689 hezar û 866.