6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan 2021-04-08 20:04:31 AMED - Ji jinên li Amedê hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin, 9 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li jinekê jî cezayê hepsa malê hat birîn û dema binçavkirinê ya 8 jinan jî 48 saetan hat dirêjkirin.    Li Amedê di 5' Nîsanê de 22 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên hatin binçavkirin îro 16 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.    Piştî îfadeya li dozgeriyê Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst Satiye Ok, şêwirmenda çapemeniyê ya Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûnê Gûrbet Ozel, şêwirmenda berê ya Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dagê Leyla Akgul, Hasîbe Akçay, Dayika Aştiyê Nezahat Teke, nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer, Ayşen Kanûş, Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Zeynep Uren, Endama Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîm Bîçîcî, Eylem Ceylan, Nalan Ozen û Hayat Akyol sewqî dadgehê hatin kirin.    6 JIN HATIN GIRTIN    Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal, Şehrîban Zûgûrlî û Fîgen Aras girt.    9 JIN HATIN BERDAN   Dadgehê Zeynep Uren, Eylem ceylan, Sevîm Bîçîcî, Berîtan Canozer, Gûrbet Ozel, Şîlan Elmas Kan, Nalan Ozen û Hasîbe Akçayê jî bi şertê kontrola edlî berdan. Li Nezahat Tekeyê jî cezayê hepsa malê birî.    Hevseroka HDP'ê ya Çinarê ya berê Hayat Akyol jî îro danê sibehê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    DEMA BINÇAVKIRIN 48 SAETAN HAT TALOQKIRIN    Aktivîstên TJA'yê Zelal Bîlgîn, Emîne Kaya, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakûş Ûlûg, Rûken Bekalp, Hevseroka HDP'ê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, Hevseroka DBP'a Amedê Seval Gulmez, Hevşaredara Çinarê Neclsa Tamrîş û Rabîa Tekas hîn di binçavan de ne û dema binçavkirina wan 48 saetên din jî hat taloqkirin.