Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin 2021-04-08 11:01:44   ENQERE - HDP’ê li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê ya Komîsyona Jêr a Lêpirsîna Mafên Girtî û Hikumxaran a Meclîsê şerh danî. HDP’ê, diyar kir ku hevdîtin bi kesên rastî lêgerîna tazî hatine re nehatiye kirin.     Endamên Komîsyona Jêr a Lêpirsîna Mafên Girtî û Hikumxaran a Meclîsê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP), li dijî rapora derbarê Kampusa Saziyên Înfaza Ceza ya Sîncanê de hat amadekirin de şerh danîn. Komîsyon, di 4’ê Adara 2021’an, girtîgeh ziyaret kiribû. Komîsyonê di encama serdana xwe de ev rapor amade kiribû. HDP’e ya ku li dijî raporê şerh danîn, diyar kir ku komîsyonê weke ku lêgerîna tazî “gorî usûlê” hatiye kirin, cih daye lêgerîna tazî. Di şerha HDP’ê de hat destnîşan kirin ku di navbera salên 2016 û 2020’an de girtiyên nû ketin girtîgehê, di ketina girtîgehan de rastî lêgerîna tazî hatine. Di şerhê de wiha hat gotin; “Girtiyek jin berî 10 salan rastî lêgerîna tazî tê. Di dema lêgerîna tazî de jê re hatiye gotin, kat ot bike û întînê xwe bîne.”    HEVDÎTIN BI GIRTIYAN RE NEHATIYE KIRIN   Di dewama şerhê de, ev şirove hat kirin: “Di 19’ê Mijdara 2020’an de, li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê Yucel Yavûz û Taylan Devrîm Eryilmaz bi hinceta ku hejmara li ser piyan qebûl nekirine, li wan hatibû xistin û bi zorê hatibûn tazîkirin. Dûre rastî lêgerîna tazî hatibûn. Bi tu awayî bi van girtiyan re hevdîtin nehatiye kirin. Ev kêmasiyek herî mezine. Lêgerîna tazî sûce û işkenceye. Dev ji lêgerîna tazî berdin.”   CHP: SERDAN KÊM DÎT    CHP’ê jî di şerha danî de serdana komîsyonê û rapora wê kêm dît. CHP’ê diyar kir ku di cih de çavderî û tespît nehatine kirin û wiha got: “Ev serdan kêm hatiye kirin. Ji ber vê yekê encama ku dihat xwestin bi dest nexistiye.   MA / Dîren Yurtsever