Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin 2021-04-08 10:43:54   STENBOL – Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê bi kurdan re dikare bê xurtkirin û ev tişt got: “Heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe şansê me yê qezenckirina demokrasiye tuneye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, ji salekê zêdetir e destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Piştî ku li ser medya civakî têkildarî ewlehiya jiyana Ocalan hin angaşt hatin parvekirin, malbat û parêzerên wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin ku bi awayekî lezgîn bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê ev daxwaz jî bê bersiv tên hiştin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 25’ê adarê de bi qasî 4.5’an bi rêya telefonê bi Ocalan re axivî. Ocalan di axaftinê de bertek nîşanî axaftina bi telefonê da û diyar kir ku ev hiqûqî ye û got ku heke hevdîtinek bê kirin divê ev hevdîtin li Îmraliyê be û xwest ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.   ŞIBANDINA AFRÎKAYA BAŞÛR   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû tecrîd li ser û axaftina bi telefonê ya bi Ocalan re hatibû kirin nirxand û diyar kir ku azadiya Ocalan girêdayî têkoşîna ku bê dayîne û wiha got: “Li Tirkiyeyê çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayiye. Li Afrîkaya Başûr jî piştî azadbûna Nelson Mandela pergala Apartheîd hilweşiya. Hilweşandina nîjadperestiyê ne tenê li Afrîkaya Başûr zexta li ser hemû reşikên li dinyayê rakir. Heman rewş li Tirkiyeyê jî heye. Bi girankirina tecrîdê re zext û komkujî jî zêde bûne.”   POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YA ŞER   Pîroglû, destnîşan kir ku Ocalan ne girtiyeke ji rêzê ye û hiqûqa ku li Îmraliyê pêk tê ne asayî ye û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Em qala hevdîtineke ji rêzê ya bi telefon û parêzeran re nakin. Em qala siyaseta dewletê û nêrîna wê ya li hemberî gelê kurd dikin. Ev polîtîkaya dewletê ya şer a li dijî gelê kurd e. Ev desthilat li ser siyaseta şer hatiye avakirin. Her hevdîtina bi Ocalan re tê wateya ketina Ocalan a siyasete. Dewlet ji hêzên demokrasiyê zêdetir bandora Ocalan a li ser gelê kurd dizane. Lê ev ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ji ber vê hemû hevdîtin bi vê polîtîkayê re tên kirin.”   PEYAMA OCALAN   Di berdewama nirxandinên xwe de Pîroglû bal kişand ser peyamên Ocalan ên axaftina bi telefonê û wiha pê de çû: “Dewlet bi vê rêbazê girtina li Îmraliyê asayî dike. Hewl dide bandora Ocalan a li ser çareseriyê ji holê rake. Ev jî neçareseriyê bi xwe re tîne. Destûr dayîna vê şaşiyeke bi xof e. Qebûlkirina vê rewşê tê wateya sistkirina têkoşîna li dijî tecrîdê. Peyama Ocalan a “ her du alî jî şaş dikin” têkildarî vê rewşê ye. Heta ku eniya şer neyê hilweşandin, li Tirkiyeyê pêşiya hêzên demokrasiyê nikare bê vekirin. Divê têkoşîna li dijî tecrîdê bê bilindkirin, li benda sistkirina vê polîtîkayê neyê rawestandin û ji bo zext li desthilatê bê kirin. Heta ku siyaseta tecrîdê neyê çareserkirin li Tirkiyeyê şansê qezenckirina demokrasiye tuneye. Ji bo vê jî divê ev desthilat bê hilweşandin.”   ‘DIVÊ DAXWAZA ME AZADÎ BE’   Di dawiya axaftina xwe de jî Pîroglû ji bo azadiya Ocalan ev tişt anîn ziman: “Rêya xurtkirina têkoşîna demokrasiyê di cihgiritna li cem kurdan re derbas dibe. Ji ber vê divê êdî daxwaza me ne rakirina tecrîdê, rast e rast azadiya Ocalan be. Heta ku hiqûqa taybet a li Îmraliyê bidome wê terora dewletê ya li kuçeyê jî bidome. Şikandina vê jî girêdayî têkoşîna hevpar e. Azadiya Ocalan jî ne pirsgirêka gelê kurd e. Ev pirsgirêka hemû gelên herêmê ye. Heta ku em vê nekin şansê me yê ku em di rêya demokrasi, wekhevî û edaletê de bi serkevin tuneye.”   MA / Ferhat Çelik