‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin' 2021-04-08 09:00:43 AMED - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku armanca hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rewakirina tecrîdê ye, lewma Ocalan bal kişandiye ser hiqûqê û destnîşan kiriye ku zemîneke wisa neyê afirandin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Li dijî vê tecrîdê li girtîgehên Tirkiyeyê girtî 133 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger li dar dixin.    Her wiha herî dawî li ser medyaya sosyal derbarê jiyan û ewlehiya Ocalan de hin îdia hatibûn bilêvkirin. Ji ber van îdiayan fikarên raya giştî zêde bûbûn û malbata Ocalan û parêzerên wî jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Piştî vê di 25'ê Adarê de malbatê bi rêya telefonê bi Ocalan re axivîbû, lê belê hevdîtin tenê 4 deqe û nîv dewam kiribû û telefon qut bûbû. Ocalan, di hevdîtinê de helwesta xwe ya ji bo hevdîtina telefonê anîbû ziman.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, diyar kir kku tecrîd helwesta polîtîk a dewletê ye û di warê hiqûqî de tu îzahiyateke wê tune ye. Şeker got: "Bêhiqûqîtiyek heye. Piştî bertekên raya giştî dewlet destûr ahin hevdîtinan dide û bi vî awayî dixwaze bêhiqûqîtiya xwe rewa bike."    HELWESTA POLÎTÎK A DEWLETÊ    Şeker, bal kişand ser awayê polîtîk û civakî yê tecrîdê û got: "Çareserkirina pirsgirêka kurdî, meseleyeke têkildarî demokratkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku dewlet naxwaze meseleya kurdî bi rêyên demokratîk çareser bike, tecrîdê kûrtir dike. Tecrîd, helwesta dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurdî ye."    REWAKIRINA TECRÎDÊ    Şeker, bal kişand ser hevdîtina bi rêya telefonê ku Ocalan di 25'ê Adarê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re çêkiribû û got: "Hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Birêz Ocalan re, di nezareta serdozgerê komarê de tê kirin. A rast ev ne bikaranîna mafê telefonê ye. Dewlet dibêje, 'Wa we xeber jê girt, min hişt mafê telefonê bê bikaranîn.' Tecrîdê bi awayekî bêhiqûqî, bi hevdîtina telefonê rewa dike. Lewma helweta Birêz Ocalan a di dema hevdîtinê de ku bal kişandibû ser hiqûqê, helwesteke ku nahêle zemîna rewakirina tecrîdê bê afirandin. Em vê yekê wisa dinirxînin. Ji lew re mafê telefonê, mafê her girtiyî ye. Polîtîkaya dewletê ya 'ez çawa bixwazim ê wisa bê bikaranîn, ez kengî bixwazim ê hevdîtin çêbibe', ne tiştekî ku bi hiqûqê bê îzahkirin. A tê kirin rewakirina tecrîdê ye."    Şeker, destnîşan kir ku helwesta dewletê ya ji bo Ocalan, bandorê li hiqûq, demokrasî û meseleya kurdî jî dike û got: "Em behsa pêvajoyeke ku bandorên wê yên siyasî, polîtîk û civakî hene dikin. Em behsa kesekî ku cîhan wî nas dike, dikin. Helwestên nêzî wî, divê derî civakê neyên nirxandin. Helwesta dewletê, bandorê li gelên Tirkiyeyê jî dike. Pêvajoya niha, pêvajoyeke ku azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin. Ne mimkun e ku bêyî Îmraliyê ev pêvajo bi awayekî serbixwe bên nirxandin."    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Şeker bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo çareserkirina xitimandinekê, rêbazek e. Yanî divê bê qebûlkirin ku bandoreke nebaş li jiyana kes dike. Lê belê heya niha dewlet û rayedaran ji bo vê gavek neavêtine. Dewlet divê bi berpirsiyarî nêzî sozên xwe bibe, lê belê pir aşkere ye ku bi awayekî berpirsiyarî tevnagere. Hema bibêje pêvajoyeke ku tu siyasetmedarên kurd û muxalif nehatibin girtin tune ne. Lewma tişta dawî ya ku girtî bikin grevên birçîbûnê ne. Heger mafên te hemû hatibin binpêkirin û giliyên te esas neyên girtin, ê ancax xwe bi grevên birçîbûnê bînin ziman. Ji ber vê ye, em çalakiyên greva birçîbûnê wekî encama xitimandineke civakiyî dinirxînin."    ‘DIVÊ PÊVAJO RAST BÊ XWENDIN'    Şeker, destnîşan kir ku tecrîd û binpêkirinên mafan ên din tenê bi "Qanûna Înfazê" ê ji holê bên rakirin. Şeker, anî ziman ku saziyên civaka sivîl û ehlên demokrasiyê hemû divê xwedî li van daxwazan derkevin û bînin ziman û got: "Em wisa bawer dikin, em ê bi vî awayî encamekê bi dest bixin û wê rêgeza dewleta hiqûqê cardin ber bi pêvajoya xweavakirinê ve biçe. Lewma em bang li raya giştî dikin; bila pêvajo rast bê xwendin û ji bo qebûlkirina daxwazan çi dikeve ser milê kê divê bike."    MA / Cengîz Ozbasar - Mehmet Erol