Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin 2021-04-08 09:00:42 WAN - Di îdianameya derbarê Rojnamevan Oktay Candemîr de, dirûşmeyên di dîmenên 16 sal berê de sûc hatine hesibandin.  Derbarê rojnamevan Oktay Candemîr de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê jî îdianameya 4 rûpelî qebûl kir. Di îdianameyê de dîmen û wêneyên di avêtina ser mala Candemîr de hatine dîtin û parvekirinên wî yên medyaya sosyal sûc hatine hesibandin.    DÎMENÊN NÛÇEYAN ÊN 2005'AN    Di îdianameyê de parvekirinên sala 2014-2015'an ên hesabê Facebookê sûc hatine hesibandin. Di van parvekirinan de alaya PKK'ê û wêneyê kesekî wekî "endamê rêxistinê" hatiye hesibandin sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de dîmenên ku Candemîr ji bo nûçeyan girtine jî sûc hatine hesibandin. Candemîr, di 2005-2009'an de li Agirî, Qers û Îdirê di civîn û xwepêşandanên KCD'ê de ji bo nûçeyan hin dîmen girtine û ev dîmen jî sûc hatine hesibandin. Her wiha dirûşmeya "Bijî Serok Apo" ya di dîmenan de hatiye berzkirin wekî delîl hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku Candemîr "propagandaya rêxistinê" kiriye û divê bê cezakirin.    Danişîna ewil a dozê dê di 17'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê bê lidarxistin.