Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê 2021-04-08 09:00:40 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, diyar kir ku hejmara pêketiyan ji ber biryarên bêkontrol zêde dibin û hikûmetê rexne kir: "Kesên dibêjin mesafeya sosyal, ew bi xwe guh li rêzikan nakin."  Li Tirkiyeyê "pêvajoya asayîbûnê ya kontrolkirî" di 1'ê Adarê de dest pê kiribû. Piştî vê pêvajoyê, her diçe hejmara pêketiyan û mirinê zêde dibe. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, polîtîkayên hikûmetê yên derbarê şewbê de û sedema zêdebûna pêketiyan nirxand.    'BIRYARÊN BÊKONTROL'    Yavîç, destnîşan kir ku piştî 1'ê Adarê li tevahiya bajaran hejmara pêketiyan pir zêde bûye û sedema sereke ya vê yekê jî rehawet e. Yavîç, bilêv kir ku yek ji van bajaran jî Wan e û got: "Me dizanibû, gava tevdîr zû û bi awayekî bêkontrol bên sistkirin ê encameke neyînî rû bide. Li Wanê zêdebûna pêketiyan li dor 20 bû. Ji ber pêketiyan dibistan hatin girtin. Lê belê ji ber tevdîrine ne li gor pîvanên zanistê dîmeneke wiha derket holê."    ‘KESÊN DIBÊJIN MEFASE, EW BIXWE GUH LI PÎVANAN NAKIN'    Yavîç, destnîşan kir ku piştî ku tevdîr bi awayekî bêkontrol hatine sistkirin, liv û tevgera civakî zêde bûye û kesên ji gel re dibêjin "mesafeya sosyal", di kongreyên partiyên xwe de li gor dilê xwe hereket dikin. Yavîç got: "Ji civakê re dibêjin mesafeya sosyal esas bigirin, lê ew bixwe kongreyan û merasîmên cenazeyan li dar dixin. Ev yek rehawetê zêde dike. Tu polîtîkayeke saziyên tenduristiyê tune ye ku civakê serwext bikin."    PÊŞNIYAR   Yavîç, destnîşan kir ku ji bo ku hejmara pêketiyan kêm bibe "girtineke bi temamî" şert e û got: "Tevdîrên qismî û qedexeya derketina derve ya ji bo dawiya hefteyê, di warê zanistî de bêbinî ye. Tişta em dixwazin, girtineke bi temamî ye. Ji ber piştgiriya civakê nehat kirin, nexasim jî kesên betal û esnaf pir mexdûr bûn. Ji ber fikara di warî aborî de hin tevdîran digirin, lê belê tevdîrên bi vî rengî dê bi kêr neyên."    Her wiha Yavîç, destnîşan kir ku ji bo ku şewb bê kontrolkirin divê aşîkirin berbelav bibe û ji ber ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê daxilî nav pêvajoyê nayên kirin, Wezareta Tenduristiyê rexne kir.    MA / Bariş Donmez