Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye 2021-04-08 09:00:38 RIHA - Ayşe Çîçek, xwişka Alîl Çîçekê ku di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku pêvajoya heyî ji ya 12'ê Îlonê jî xerabtir e û got: "Ji Kenan Evren xerabtir bûne."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdawî û bidorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 133'yan de didomin. Ayşe Çîçek, xwişka Alî Çîçek ku di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîreha 1982'yan de jiyana xwe ji dest dabû, behsa wan rojan û pêvajoya heyî kir.    Ayşe Çîçek, anî ziman ku birayê wê Alî Çîçek di sala 1961'ê de li gundê Kabahaydar ê navçeya Cirnê Reş a Rihayê çêbûye û di 16 saliya xwe de PKK'ê nas kiriye. Çîçek, bilêv kir ku birayê wê li Rihayê hatiye girtin û wî xistine Girtîgeha Edeneyê û piştî hatiye berdan cardin dest bi xebatên xwe kiriye. Xwişk Çîçek, diyar kir ku birayê wê dîsa hatiye girtin û vê carê wî xistine Girtîgeha Amedê û li wir bi helwesta xwe ya li dijî îşkenceyê hatiye naskirin.    ‘JI BO HEVDÎTINÊ 3 ROJAN SEKINÎM'    Xwişk Çîçek, anî ziman ku wê çaxê ji bo hevdîtinê çûye girtîgehê lê belê jê re gotine "hîn dor nehatiye te" û wê 3 rojan dane sekinandin. Çîçek, diyar kir ku piştî demeke dirêj birayê xwe dîtiye û got: "Min ew mezin kiribû. Lewma min pir jê hez dikir. Min meraq dikiri, bê ka çawa ye. Li girtîgehê zilmek mezin hebû. Her roj tahde û îşkence hebû. Alî, anîn cihê hevdîtinê. Sakoyek lê bû. Rewşa wî qet nebaş bû. Aşkere bû ku ew îşkence kirine. Bi zorê li ser pêya disekinî. Tenê me ji hevr e got 'Çawa yî, baş î?' Ji xeynî vê me nikaribû biaxife. Nedihiştin. Ji girtîgehê tim dengê kûçikan dihat. Tim qelebalixî hebû. Me ji hev fêm nedikir."     'NIZANIBÛ DI ROJIYA MIRINÊ DE YE'    Çîçek, destnîşan kir ku girtîgehê nehiştiya dêya wê Alî Çîçek bibîne û got: "Dêya min tim digot, em nikarin wî bibînin. Nahêlin em herin cem wî.' Dêya min nizanibû Alî di rojiya mirinê de ye. Kesî tiştek nedigot. Ji ber ku malbata me ne qelebalix bû, kes nediçû girtîgehê. Dêya min di dema rojiya mirinê de 3 caran çû girtîgehê, lê nikaribû wî bibîne. Piştî şehîd bû, em pê hesiyan ku ketiye rojiya mirinê. Di roja 65'an a Rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Di rojiya mirinê de ewilî Kemal Pîr jiyana xwe ji dest da. Wê çaxê çavên Kemal hew dîtine. Saeta xwe derdixe û dide Alî. Jêr e dibêje 'Çavên min nabînin. Ka li saetê mêze bike, qet nebe em zanibin bê ka saet çend e.' Gava Kemal şehîd dibe, Alî saeta wî ji malbata wî re dişîne."    ‘NEDIHIŞTIN EM VEŞÊRIN'    Çîçek got: "Gava birayê min çû eskeriyê, ez hatim Edeneyê, cem dêya xwe. Kes li cem wê nemabû. Me karê pembo dikir. Xebera mirina wî ji min re hat. Min bazdan berê xwe da malê. Gava gihaştim malê, esker li ber derî bûn. Min kevir avêtin eskeran. Min ji dêya xwe re got, 'te dît bê hikûmeta cûntayê çi anî serê me.' Ji me pirsîn, bê em ê cenaze wergirin an na. Me got, em ê şeveqê zû cenazeyê xwe wergirin. Dêya min got, em ê serê sibehêb için. Min jî got, na em ê îşev biçin. Me pere ji dikandar deyn kir. Dêya min, pismamê min û hevjînê min wê şevê bi rê ketin. Nehiştin ez bi wan re biçim. Me cenae anî navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê. Nîjadperestan nehişt em cenazeyê Alî li vir veşêrin. Piştî demeke dirêj me ew li vir veşart. Kêlika wî tim dişikandin. Paşê me ew bir Amedê, li Goristana Yenîkoyê veşart. Wê çaxê heya min derman nexwarana xew bi çavê min nediket. Bûbûm wekî dînan. Nedisekinîm. Heya sax bim, ez ê birayê xwe ji bîr nekim."    ‘JI DEMA CÛNTAYÊ JÎ XERABTIR E'    Çîçek, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên niha û got: "Ez naxwazim tu kes di grevên birçîbûnê de bimire. Niha ji sedema cûnatyê xirabtir bûye. Ji Kenan Evren xirabtir bûne. Niha tahdeyê li malbatên girtiyan dikin. Gava mirovek fikra xwe tîne ziman, wî/ê digirin. Naxwazim di grevên birçîbûnê de kes şehîd bibe. Tiştekî pir giran e. Bila daxwazên wan bên qebûlkirin. Çima nayên qebûlkirin? Canên xwe dane ber birçîbûnê. Ma ne heyfa wan e? Kes belesebeb bedena xwe nade ber mirinê."    MA / Bariş Polat