ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-08 09:00:09   * Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku armanca hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rewakirina tecrîdê ye, lewma Ocalan bal kişandiye ser hiqûqê û destnîşan kiriye u zemîneke wisa neyê afirandin.    * Pêla înkarkirin û tirûşnekirina kurdî gihîşt navçeya Farqînê ya Amedê û qeyûmê wê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya bi tenê tirkî li ketin û derketina navçeyê de çikand. Hevşaredarên Farqînê gotin ku tabeleya hatiye çikandin nenaskirina kurdan û zimanê wan e.   * Li Meletiyê komek xwendekarên zanîngehê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Ciwanan a ava kirine û di bin banê komeleyê de xebatên çand û hunerî dikin. Ciwanan di dema pandemiyê de ji ber qedexeyan û tevdîran zehmetî kişandine û di vê pêvajoyê de ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeatan xebitîne.    *  Ayşe Çîçek, xwişka Alîl Çîçekê ku di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku pêvajoya heyî ji ya 12'ê Îlonê jî xerabtir e û got: "Ji Kenan Evren xerabtir bûne."    *  Li Osmaniyeyê 3 sal berê 4 HDP'î ji ber "îxaberekê" hatibûn binçavkirin. Dozgerê ku derbarê her 4 HDP'iyan de îdianame amade kir, di îdianameyê de diyar kiriye ku "di destê gumanbar de lênûsk û pênûskek hatiye dîtin", lê belê ligel hemû lêgerînan jî lênûsk nehatiye dîtin û xwestiye her 4 kes bên cezakirin.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, diyar kir ku hejmara pêketiyan ji ber biryarên bêkontrol zêde dibin û hikûmetê rene kir: "Kesên dibêjin mesafeya sosyal, ew bixwe guh nadik rêzikan."    * Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku hat berdan, destnîşan kir ku di şexsê wê de hevserokatî hatiye darizandin û got: "Em çavşikestî nebûn, hêviya me ya ji bo serketinê zeximtir bû."    * Di îdianameya derbarê Rojnamevan Oktay Candemîr de, dirûşmeyên di dîmenên 16 sal berê de sûc hatine hesibandin.    * Di nav kavilên taxên Sûrê yên hatin hilweşandin de kulîlkên biharê aj dane. Kavilên dîwarên sûran û ev rengê biharê her çiqas harmoniyek xweş radixe ber çavên mirovan jî lê ew îhtîşama berê nîne.   * Parêzera penaberên Îranî yên tevlî çalakiya li dijî feskirina Peymana Stenbolê bûn û derbarê wan de biryara der sînorkirinê hat dayîn Hayriye Bûse Bergamali, diyar kir ku ev biryar ne qanûniye û got, ew ê îtîraz bikin.   * Di îdianameya derbarê Mahmût Karaaslan û 5 kurên wî yên hevjîna xwe ya bi mehra mela Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr kuştin, hat amadekirin de cih neda ku cînayet bi çeka cerdevaniyê ya bi ruxset hatiye kirin.   * HDP wê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi beşdariya hevserokên rêxistinên bajaran ji bo nirxandina zextên li ser partiya wan û geşedanên di rojevê de wê li Otela Neva Palas civîn li dar bixe. (09.30)    * Şandeya KCD'ê û DBP'ê wê bi dirûşmeya "Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin" li Mêrsînê hevdîtinên gel pêk bînin. (10.00-20.00)(10.00-20.00)   * Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Tê payîn 22 jinên li Amedê di 5'ê nîsanê de hatibûn binçavkirin îro seqî Edliyeya Amedê werin kirin.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê di roja 31'emîn de wê berdewam bike.