Li Amedê tecrîd hat protestokirin 2021-04-07 14:12:29 AMED - Rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ji bo balê bikişînin ser tecrîd û greva birçîbûnê li Parka Koşûyolû çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya di roja 132’yemîn de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li zindanan berdewam dike, li ber Abîdeya Mafê Mirovan ku li Parka Koşûyolû ye daxuyanî bide çapemeniyê. Rêbeveberên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP, TUAY-DER’ê û MEBYA-DER’ê ji bo daxuyanî bidin hatin Parkê. Polîsan rêveberan dorpêç kir û bi hêceta “pandemiyê, tecrîdê û piştevaniya ji bo girtiyan” destûr nedan daxuyaniyê.    Polîsan anonsa destûr nedayîn kir û rêveberan jî li dijî vê anonsê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Li ser vê yekê rêveber çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşmên ji bo piştevaniya bi girtiyan re berz kirin.    Di kêliya çalakiya rûniştinê de polîsan , rojnamevanan jî asteng kir.