Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin 2021-04-07 12:39:26   DENÎZLÎ - Li navçeya Baklanê,  ji ber destdirêjiya li zarokeke 14 salî Şakir Orhan hat girtin.   Duh li navçeya Baklan a Denîzliyê zarokeke 14 salî li mala xwe welidî. Ji ber ku bi awayekî zêde xwîn ji ber zarokekê çû dayika wê agahî da ekîbin tenduristiyê. Piştî ku tîmên tenduristiyê zarokê rakirinNexweşxaneya Dewletê ya Çîvrîlê pê hesiyan ku zarok welidiye û agahî dan polîsan. Dozgeriyê têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin û dayika zarokê hat binçavkirin. Piştî îfadeya dayika zarokê, Şakîr Orhan ê bi wê re dijî hat binçavkirin. Hat hîn bûn ku Şakîr Orhan dest dirêjî zarokêkiriye û dayika wê jî ducantiya wê veşartiye. Şakir Orhan ê piştî kirariyên îfadeyê sewqî Edliyeya Çalê hat kirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.    Dayika zarokê bi fermana dozger serbest hat berdan.