Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît! 2021-04-07 12:15:47   STENBOL - Dadgehê biryara hêceta cezakirina nûçegihanê me Îdrîsa Sayilgan eşkere kir û nûçeyên wî di çaçoveya nûçeyan de nenirxand û bi vî awayî îmze li bin sosretek din da.    Nûçegihanê me Îdrîsa Sayilgan ji ber nûçeyên çêkiribû dihat darizandin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê di danişîna 1’ê sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 sal cezayê zindanê lê birîbû. Dadgehê biryara hêceta cezakirinê eşkere kir. Dadgehê di biryara xwe de îmze li bin sosretek din da. Di biryara dadgehê de 4 nûçe û 2 parvekirinên medya civakî yên Sayilgan ku jê dihat darizandin di çarçoveya îfadeya derbirînê de nehatiye nirxandin. Li gorî biryara dadgehê nûçe û û parvekirinên Sayilgan ne wek ku rojnamevaniyê kiribe hatin nîşandan.