Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan 2021-04-07 12:08:21   AMED - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F girtî ye, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Malbat, parêzer û wasiyê Ocalan ji 14’ê adarê ve bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" 14 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê dan û 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.   Di 23’ê îlonê de bi hinceta “Nexşerê”yê ku di sala 2019’an de weke zêdeka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabû Ocalan û 3 girtiyên li cem. Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediyaye jî  ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn.   Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.    HEVDÎTIN DI NIVÎ DE HAT BIRÎN   Herî dawî ji ber angaştên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandi bû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.   Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû.