Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne 2021-04-07 11:09:41   ENQERE - Parêzvanê mafê mirovan û siyasetvan Akin Bîrdal diyar kir ku yên ku tifaqa demokrasiyê ava dikin dikarin vê rêveçûyîna nebaş bisekinînin û got: “Amûr û mekanîzmayên bêîtatiya sivîl diyar in. Divê nexşerêyek deynin holê û viya bixin meriyetê.”    Parêzvanê mafê mirovan û siyasetvan Akin Bîrdal mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand û bal kişand xalên girîng ên rojevê.     LI DIJÎ GELÊ KURD DIJMINATÎ TÊ KIRIN    Bîrdal destnîşan kir ku heke derdê dewletekê an jî îqtidarekê bi siyaseta demokratîk re hebe ew tişt bi qalîteya rejîma wê dewletê û îqtidara siyasî ve eleqedar e û derdên wan ew e ku pergala totalîter biparêzin. Bîrdal got li şûna civakek azadîxwaz, piranîparêz, beşdar û wekhevparêz dixwazin li ser bingeha îslamiya siyasî rotayek diyar bikin. Bîrdal da zanîn ku bîrdoziya fermî ya ku ji pêvajoya DEP’ê dest pê kir li dijî gelê kurd û îradeya wê siyasî dijminatî birêve biriye. Bîrdal diyar kir ku wek ku her kes dizane neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorê li ser neçareserkirina pirsgirêkên din jî dike.    ZÎHNIYETA YEKPEREST JI ÎTTÎHAT TERAKKÎ HETA ÎRO TÊ    Bîrdal anî ziman ku ji Îttîhat Terakkî bigire heta roja me ya îro ku dewrî komarê hatiye kirin jî ferasetek yekperest heye û got: “Dem bi dem vê ferasetê cudahiyan red kir. Ev feraset gihîştiye heta qirkirinan. Dîroka siyaseta Tirkiyê di vî warî de sabiqayî ye. Car carnan hin pêvajo hatin destpêkirin û agirbest hatin ragihandin lê neçûn serî û carek din veguheriya krîzan. Kengê îqtidara siyasî dikeve bin tengasiya aborî û siyasetê dest bi hin pêvajoyan dike û behsa çareseriya pirsgirêka kurd dike. Mijarên wek tecrîd, greva birçîbûnê, qedexeyan, girtina partiyan, destnedayîna parlamenteran tîne rojevê. Lê belê di vî warî de îradeya çareseriyê jî nîşan nadin.”    BELAVOKA MONTRO    Bîrdal destnîşan kir ku eleqeya Belavoka Montroyê ne bi hewldana darbeyê re heye û jî bi hêviya demokrasiyê re heye û leşkerên bi unîforma an jî bêûnîforma nikarin demokrasiyê bînin.    ‘GIRTINA HDP’Ê TÊ WATEYA ÎNKARKIRINA ZIMAN Û NASNAMEYA GELEKÎ’    Bîrdal anî ziman ku muxalefet li dijî tifaqa ku rêbazên erka siyasî guhertiye wezîfeya xwe pêk nayne û divê muxalefet hin bêtir xwe bi rêxistin bike. Bîrdal bal kişand ser hewldana girtina HDP’ê û got: “Girtina partiyekê tê wateya redkirina hebûna gelekî. Tê wateya ziman û nasnameya gelekî tune bihesibînin. Niha girtina HDP’ê bi hiqûq û demokrasiyê tenê nayê ravekirin. Girtina HDP’ê bi qebûlkirina hebûna gelekî û neqebûlkirina gelekî ve eleqedar e. Ji ber vê yekê wan serî li rêbazên nû da. Tenê bi girtina partiyê re sînor namînin, dixwazin AYM’ê bigirin.”    ‘DIVÊ TIFAQA DEMOKRASIYÊ XWE BERFIREH BIKE’    Bîrdal destnîşan kir ku divê hêzên demokrasiyê xwe bikin yek û muxalefeta civakî were cem hev û got: “Amûr û mekanîzmayên bêîtatiya sivîl amade ne. Lewma divê tifaqa demokrasiyê bicive û koma koordinasyona bi hev rebixebite ava bibe. Partiyên siyasî, rêxistinên kedê, rêxistinên mafê mirovan û rewşenbîrên xwedî wîjdan werin ba hev û nexşerêyek deynin holê û vê tifaqa demokrasiyê bixin meriyetê. Ev dikare pêşiya vê rêveçûyîna xerab bigire. Heke ev pêk neyê titşa îro dikarin bikin jî wê sibê nikaribin bikin.”    ‘BÊYÎ KURDAN TIŞTEK ÇARESER NABE’    Bîrdal destnîşan kir ku li derdora HDP’ê tifaqek an jî tifaqek demokrasiyê di nava HDP’ê de ji bo xebatên tifaqek berfireh divê dereng nekevin û taloq nekin û got: “Bêyî kurdan tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Bêyî kurdan tu tifaq jî pêk nayê. Tirkiyeya ew ji me re rewa dibînin, îşkence ye, binçavkirin e, tarî ye. Em jî dibêjin tifaqek ku em ê ji her kesî re bînin, aştî ye, aramî ye û ronahî ye. Hêvî navê têkoşînê, bawerî û berxwedanê ye. Ji bo HDP’ê û mutefîkên wê bêhevî nabe bibe mijar. Çimkî ew hatiye çandin. Binêrin niha wê barana biharê wê çandiniyê şîn bike û ji nûve aj bide. Berevajî vê yekê li dijî diyalektîkê ye. Lewma divê hêvî bibe rêxistinbûyî. Em destûr nedin ku hêviyên me werin fetisandin.”    MA / Selman Guzelyuz