Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin. 2021-04-07 09:58:50   ENQERE – Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk, bersiv da pêşnûmepirsa Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş a derbarê perwerdeya bi zimanê zikmakî û got ku di mijara zimanê zikmakî de xebat jî nikare bê kirin.    Di van rojên ku mamosteya bi navê Buşra Tarim, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mamostetî dike û li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirina “Êdî tayîna min dikare derkeve Xwedê. Tirûşa min a axaftina bi kurdî ya mirovan nema” nîjaperest kiribû de li Tirkiyeyê perwerdeya bi zimanê zikmakî ya kurdî ku piştî tirkî herî zêde mirov pê diaxivin qedexe ye.     PÊŞNÛMEPIRSA TAŞ   Herî dawî qedexe û qebûlnekirina kurdî xwe di bersiva Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk a ku dabû pêşnûmepirsa Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş a ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî de xwe da der. Taş, pêşnûmepirsa xwe de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi bîr xistibû û destnîşan kiribû ku perwerde bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye û dikare bi tirkî re perwerdeya bi kurdî jî bê dayîn. Piştre Taş, ji Wezîr Selçûk ev pirs kiribûn: “Ji bo pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di bin banê wezareta we de kîjan xebatên tên kirin? Wê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bikeve bin ewlehiya Destûra Bingehîn?”   BERSIVA SELÇUK   Wezîr Ziya Selçûk, vê pêşnûmepirsa Parlamenterê HDP’ê Taş bi van gotinan bersivand: “Li saziyên perwerde û hînkirinê ji bo welatiyên tirk ji bilî tirkî tu ziman nikare weke zimanê wan ê zikmakî bê xwendin û hînkirin.”   Di berdewamê de jî Selçûk gotiye ku di mijara perwerdeya zikmakî tu xebat jî nikare bê kirin.   MA / Dîren Yûrtsever