ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-07 09:00:49   *  Li navçeya Silopiya Hanim Eren 25 sal berê di binçavan de bi îşkenceyê hatibû kuştin. Tevî ku 25 sal derbas bûne hêj faîl nehatin dîtin û hesab nedane. Hevjîna Eren, Osman Eren derbarê bûyerê de got: “Dewlet deyndarê min e.”   * Li Şirnexê bi giştî cenazeyê 48 endamên PKK û YPS'ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li 2 goristana bêkesan ên li bajar hatine veşartin.     * Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu ku piştî qeyûm tayinî şûna wan hatibûn kirin hatibûn girtin û piştî 16 mehan hatin berdan, anîn ziman ku dê têkoşîna xwe ji cihê mayî bidomînin.    * Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, ragihand ku ji serê sala 2021'ê heya niha 15 jinan ji ber tahdeyê serî li wan daye û Parêzer Zeynep Kaya jî anî ziman ku fesixkirina Peymana Stenbolê, bêcezatiyê qanûnî kiriye.    * Piştî karesata aşûtê ya li rêya Wan-Miksê ku 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn, hin wezîr hatibûn bajêr. Hat hînbûn ku Şaredarê AKP'î yê Tûşbayê Salîh Akman penêr û hinguv diyarî wezîran kiriye û xelatên ku di dawetan de wekî diyarî dane jî ji budçeya şaredariyê stendine.    * Şêniyên gundê Însûyê yê Mêrsînê naxwazin li gundê wan kana keviran bê çêkirin û gotin: "Kanên keviran, ji bo qezenca çend kesan, gefê li jiyana gelek kesan dixwin."    * Esnafên Dersimê gotin: "Kesên didizin û diçirpînin, kesên bêrîkên xwe tije dikin, ma dizanin rewşa aboriyê çi rewş e?"    * Umît Karaboga ku kurê wî Alî Ammarê 2 salî gava li Nexweşxaneya Zanîngeha Ûlûdagê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku kurê wî ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest daye û giliyê nexweşxaneyê kiriye.    * Safiye Geylanî bi salan e nikare du kurên xweyên girtî û nexweş bibîne. Dayik Geylanî xwest kurên xwe bibîne û got: "Êdî bes e, bila ev zilm biqede."     * Wênegirê alman Hans Peter Grumpe, wêneyên Amedê yên di sala 1988 û 1990'î de girtine li ser malpera xwe parve kirin.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li pêş Edliyeya Rihayê bidome.    * Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe.    * Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Topçû, êriş û zextên li dijî aktîvîstên jin û saziyên jinan ên li herêmê weke “Dixwazin hebûna jinan û Kurdan qedexe bikin” nirxand û wiha got: “Bi darê darazê wê tu carî nekarin me bêdeng bikin.”   * Danişîna doza Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli jî di nav de 22 parêzerên bi îdiaya "endamên DHKP-C'ê ne" tên darizandin wê li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (10.30)   * Şandeya KCD'ê û DBP'ê wê bi dirûşmeya "Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin" li Mêrsînê hevdîtinên gel pêk bînin. (10.00-20.00)   * Danişîna Doza Sereke ya JÎTEM'ê ya Mûsa Anter wê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. (14.00)   * Rêxistinên hiqûq û maf wê ji bo 108 siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî ne dê li otelek Taksîma Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. (14.00)   * Platforma Jinan a Mêrsînê wê têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê li Meydana Aştiyê çalakiya xwe di hefteya duyemîn de bidomîne. ((16.00-19.00)   * Platforma Jin Bi Hev Re Bi Hêz in wê têkildarî jinên li Amedê hatin binçavkirin li Îskeleya Vapûrê ya Karşiyakaya Îzmîrê daxuyanî bidin. (18.30)