Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan 2021-04-06 23:28:09   QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin hat berdan.   Îro danişîna sisêyan a doza Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku di 8'ê Cotmeha 2020'î de qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin û Hevserokê HDP'a Qersê Cengîz Anli, rêvebirên HDP'î Îzzet Altig, Mûstafa Yardimciel, Reîs Baykiz û Kaya Nakî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Qersê hat lidarxistin. Dadgehê 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza li Alacayê birî û derbarê wê de biryara berdanê da. Dadger derbarê Hevserokê HDP'a Qersê Anli û rêvebirên HDP'î Altig, Yardimciel, Baykiz û Nakî de jî biryara berdanê da.    Danişîna çaran taloqî 10'ê Hezîranê hat kirin.