‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’ 2021-04-06 16:35:29   DERSIM - Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu, xwendina azanê ya li qereqolên navçeya Mazgirt a piştî serdana Waliyê Dersimê bir rojeva meclisê.    Beriya çend rojan Waliyê Dersimê çûbû serdana gundên Muxundî, Germîsî, Dirban û Faracê yên navçeya Mazgirtê. Piştî vê serdana walî li qereqolên derdora van gundan azan hatibû xwendin. Xwendina azanê li herêmê di nav welatiyên elewî de bûbû sedema nîqaşên mezin û bi awayekî tund bertek nîşanî xwendina azanê dabûn. Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementerê Dersimê Alîcan Onlu, vê mijarê bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê û têkildarî mijarê pirsan ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir û xwest ku derbarê mijarê de daxuyanî bide.      Onlu, di pêşnûmepirsa xwe de diyar kir ku li Dersimê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û ev tişt got: “Em dibînin ku careke din li qereqolan pêkanînên xwendina azanê dixin meriyetê. Piştî ku Walî Mehmet Alî Ozkan Mazgirt û gundên wê ziyaret kir, agahiya ji qereqolan xwendina azanê ji min re hat. Xwendina azanê ya li gundên elewiyên kurd, hem li baweriya elewiyan hem jî li azanê bêrêziyeke mezin e. Gelê Dersimê jî ji van pêkanînan gelek acize û weke amûrên tundiya derûnî dibîne.”   ‘KÊ XIST MERIYETÊ?’   Onlu, têkildarî mijarê ji Wezîrê Karê Hundir ev pirs pirsîn:    “ * Agahiya we ji xwendina azanê ya dengê bilind a li qereqolên gundên Muxundî, Germîsî, Dirban, Farac ên girêdayî navçeya Mazgîrt a Dersimê heye?   * Ev pêkanîn di çarçoveya kîjan pêwistiyan derketiya holê û ji aliyê kê ve ketiye meriyetê?   * Xwendina azanê ya li gundên elewîyan li dijî baweriya elewiyan ne bê rêzî ye?   * Gelo Walî Mehmet Alî Ozkan xwestiye li qereqolan azan were xwendin?   * Ji ber ku Walî Mehmet Alî Ozkan gundên Dersimê bê bawerî dîtiye ev biryar girtî ye?   * Têkildarî xwendina azanê ya li qereqolan biryara wezareta we heye?   * Li Tirkiyeyê li kîjan qereqolan azan tê xwendin?   * Hûn ê derbarê kesên van pêkanînên ku gundî pê aciz bûne tu lêpirsîn bidin destpêkirin?   * Hûn ê Walî Mehmet Alî Ozkan ê roja ku hatiye tayinkirin heta niha bi qedexe, astengkirin û cezayan tê bîranîn û êrîşî bawerî û çanda gelê Dersimê dike ji peywirê bigirin?”