Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît 2021-04-06 15:17:56   ENQERE – Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, cezayê ku li faîlê Komkujiya 10’ê Cotmehê endamê DAIŞ’ê Erman Ekîcî hatibû birîn pir dît. Hiqûqnasên ku pêvajoya dozê şopandin bertek nîşanî biryarê dan.      Ji 19 faîlên Komkujiya Gara Enqerê ku di 10’ê Cotmeha 2015’an pêk hatibû û 103 kesan jiyana xwe ji dabû Erman Ekîcî, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hatibû darizandin û …ceza lê hatibû birîn. Piştî ceza birînê parêzeran Ekîcî dosyayê biribûn Dadgeha Bilind û Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind cezayê ku li Ekîcî hatibû birîn pir dît û daxwaz kir ku biryarê bê xerakirin.    Komîsyona Parêzeran a Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî pir dîtina cezayê Ekîcî ya Dadgeha Bilind da û destnîşan kir ku daxwazên wan tune hatine hesibandin û biryara ku hatiye dayîn nêrîna Dadgeha Bilind a komkujiyê nîşan dide.