Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn 2021-04-06 13:18:35 AMED – Li gorî rapora DFG’ê ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha adarê, rojnamegerek hatiye kuştin; 6 rojnameger hatine binçavkirin; li 11 rojnamegeran ceza hat birîn; dozên 106 rojnamegeran didomin.   Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran” a meha adarê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku meha adarê jî di azadiya çapameniyê de li paş maye û rojnameger hedef hatine nişandan û ev nirxand hat kirin: “Armanca bingehîn a hedefnîşandina rojnamegeran girtina çav û guhê gel e. Desthilat dixwaze dîtin û bihîstina rastiyan a civakê asteng bike. Çavkaniya zextên li ser rojnamegeran ev daxwaza desthilatê ye.”   DAXWAZA BERDANA ROJNAMEGERAN   Di berdewama raporê de berdana rojnamerên ku di doza avêtina ji helîkopterê de girtî bûn hat bibîrxisin û hat xwestin ku hemû rojnamegerên girtî bên berdan û zextên li ser rojnamegeran bên bidawîkirin. Li gorî raporê, di meha adarê de rojnamegerek hatiye kuştin; 6 rojnameger hatine binçavkirin; li 11 rojnamegeran ceza hatiye birîn û dozên 106 rojnamegeran didomin.   Hemû binpêkirinên mafên li dijî rojnamegeran wiha hatine rêzkirin:   * Rojnamegerên hatine binçavkirin: 6   * Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 1   * Rojnamegerên hatine kuştin: 1   * Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin: 3 bûyer   * Rojnamegerên derbarê wan de Lêpirsîn hatiye destpêkirin: 2   * Rojnamegerên hatine cezakirin: Li 11 rojnamegeran 29 sal û 6 meh û 16 roj cezayê girtîgehê û 14 hezar û 80 TL cezayê pere hatiye birîn.    * Rojnamegerên darizandina wan didome:: 36 dosya û 106 rojnameger   * Rojnameyên ku cezayê îlan û reklam li wan hatiye birin: 2 rojname û 7 roj ceza   * Cezayên RTUK’ê: 2 TV û 4 ceza   * Astengkirina malperên înternetê: 120 nûçe û 2 malperên înternetê   * Hejmara rojnamegerên girtî (heta 6’ê nîsan 2021’an): 76