KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir 2021-04-06 13:13:45   ENQERE - Şandeya KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir û derbarê mijarê de bi hev bişêwirîn. Şandeyê têkildarî mijarê dosyayeke ku daxwaz û pêşniyazên wan tê de bûn pêşkeşî partiyan kir.   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî “Teklîfa Qanûna Lêkolîna Arşîv û Lêpirsîna Ewlehiyê” ya di raya giştî de weke qanûna “hedef nîşandanê” tê zanîn li Meclîsê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) kirin. KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê dosyayeke ku daxwaz û pêşniyazên wan tê de bûn pêşkeşî partiyan kir.   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Şandeya ji Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Sekretera Malî Elîf Çûhadar, Sekretera Perwerdehiyê Îlhan Yîgît, Sekretera Jinan Gulistan Atasoy pêk dihat ewilî bi Cîgirê Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş re hevdîtin kir. Şandeyê di hevdîtinê de têkildarî teklîfa qanûnê nêrîn û daxwazên kedkarên cemaweriyê pêşkeşî Beştaş kir. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku teklîf bibe qanûn wê kedkarên cemaweriyê bi pirsgirêkan re rûbirû bimînin û destnîşanî têkoşîna hevpar hat kirin.    Şandeya KESK’ê ya bi Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç re jî hevdîtin kir, têkildarî lêpirsîna ewlehiyê bi hev şêwirîn.