Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin 2021-04-06 11:01:08   MÊRDÎN - Îsmet Bîlgîç ê endamê HPG'ê ku hat diyarkirin ku di şerê li Bagokê de jiyana xwe ji dest daye hat veşartin.    Malbata Îsmet Bîlgîç (Rustem Midyad) ê HPG’î ku hat diyarkirin di 30’ê adarê de li çoltera Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest daye, cenazeyê lawê xwe wergirt. Malbata Bîlgîç ji bo cenazeyê lawê xwe yê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat ragirtin bigire, duh saetên sibê hat nexweşxaneyê. Malbat heta saetên derengî şevê li pêş nexweşxaneyê hat sekinandin. Malbata ku cenazeyê lawê xwe derengî şevê wergirt, li Goristana Nû ya Midyadê veşart.    Eyup Çam (Rêber Kurdistan) ê HPG’î ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû jî di 1’ê nîsanê de li navçeya Qosera Mêrdînê hatibû definkirin. Hat diyarkirin ku li morga nexweşxaneyê cenazeyê 3 kesên din jî tê ragirtin.