Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin 2021-04-06 10:58:55   ENQERE - Derket holê ku şandeyek duyemîn ji bo 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a ku li doza Kobanê dinêre hatiye tayînkirin. Parêzer Kenan Maçoglû got armanc ew e ku dozê zû bi encam bikin.    Bi hêceta çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de rû dabûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de derbarê 108 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê di 26’ê Nîsanê de wê were lidarxistin. Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Derket holê ku şandeyek duyemîn tayînî dadgehê hatiye kirin. Di ragihandina Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) a di 26’ê adarê de hatiye belavkirin de hatiye gotin ku şandeyek duyemîn tayînî vê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye kirin.    ‘ARMANC EW E KU DOZÊ ZÛ BI ENCAM BIKIN’    Ji parêzerên dozê endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Kenan Maçoglû jî tayînkirina şandeyek duyemîn a ser dadgeha 22’yemîn piştrast kir. Maçoglû destnîşan kir ku tayînkirina duyemîn bi wezîfedarkirinek taybet pêk hatiye û armanca vê tayînkirina şandeyê jî ew e ku dozê bi lez û bez bi encam bikin. Maçoglû anî ziman ku dadgeh ji bo biryara pir zelal a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk neyne li ber xwe dide. Maçoglû destnîşan kir ku dema ew li biryarên heta îro yên dadgehê dane dinêrin dibînin ku dadgeh di bin zextek cidî de ye.    MA/ Zemo Aggoz