Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin 2021-04-06 09:24:28   STENBOL - Polîsan, li 9 navçeyên Stenbolê bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin û 8 kes binçav kirin.   Polîsan, li 9 navçeyên Stenbolê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtinên malan de 8 kesan binçav kirine û piştî kontrolên wan ên tenduristiyê ew birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.