Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir 2021-04-06 09:01:11 ÎZMÎR - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Şaxa Îmzîrê Ahmet Çîçek, bal kişand ser bêdengiya ji bo binpêkirinên mafan û grevên birçîbûnê û bang li rayedaran kir ku bi berpirsiyarî tevbigerin.  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didome. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îmzîrê Ahmet Çîçek, bal kişand ser çalakiya girtiyan û destnîşan kir ku divê muxatab bi berpirsiyarî tevbigerin.    Çîçek, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gor siyaseta rojane şikil digirin. Çîçek, destnîşan kir ku girtîgeh neynika civakê ne, lê belê niha tecrîdeke giran pêk tê.    ‘GIRTÎ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN ME'    Çîçek, da zanîn ku di dema pandemiyê de li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan çêbûne, lê belê haya wan tenê ji qismekê çêbûye û got: "Piraniya serlêdanan jî ên malbatan e. Girtî nikarin xwe bigihînin me. Têkildarî vê em pêwendiyê bi hin saziyan re datînin. Lê belê bersivên tên jî, bersiven kopî ne."    Çîçek, diyar kir ku mafê daxwazname, name, telefon û tedwiyê yê girtiyan tên astengkirin û i girtîgehan tecrîda li ser tecrîdê didome.    Çîçek ku got "Tecrîd, jêcihêkirin û razberkirin e" got: "Hûn nikarin he fizîkî hem jî derûnî mirovan ji civakê qut bikin. Li giraveke wekî Îmraliyê çarçîfeyeke bilind hatiye xêzkirin. Kes nizane bê rewşa tenduristiya wan çawa ye. Kes nizane, bê çawa nêzî wan dibin. Nikarin pêwendiyê bi kesî re deynin."    BÊDENGÎ   Çîçek, nerazîbûna xwe ya ji bo bêdengiya rayedaran jî anî ziman û got: "Muxatab Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî ye. Bangawaziya me, muxatabên vê dev ji bêdengiya xwe berdin. Divê deriyên girtîgehan ji bi saziyên cvaka sivîl bên vekirin. Divê mafê jiyanê esas bê girtin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."    MA / Nacî Kaya