'Hevdîtin têr nake, divê azad be' 2021-04-06 09:01:11 WAN - Waniyan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êdî veguheriye îşkenceyê, lewma hevdîtina malbatê û parêzeran qîm nake, divê Ocalan azad bibe.  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in didome. Li girtîgehan jî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî vê tecrîda girankirî 131 roj in didomin.   Waniyan destnîşan kir ku tecrîd êdî veguheriye îşkenceyê û xwestin demildest bi dawî bibe.    NE HEVDÎTIN AZADΠ   Salîh Kaplan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li tu deverê cîhanê tune ye û ne mirovî ye. Kaplan got: "Tişta em dixwazin ne hevdîtina bi parêzaran û malbatê re ye. Em dixwazin Ocalan azad bibe."    'ZIRARÊ DIDE WELÊT'    Demîr Erpolat jî anî ziman ku pişta xwe dispêrin hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê û xwest ev daxwaz pêk bên û bes xwîn birije. Erpolat, ji bo tecrîdkirina Ocalan got: "Zilm e." Her wiha Erpolat, destnîşan kir ku tecrîd zirareke mezin dide welêt û wê bi ser nkeve. Erpoalt got: "Ocalan, ji xeynî aştiyê doza tiştekî nekiriye. Em li dijî vê zilmê ne. Divê em wekî gelên din azad bin. Ê ku rêya vê jî daniye Ocalan e. Lewma ji fikrên Ocalan ditirsin û nahêlin dengê wî biçe gel."    Erpolat: "Em gel tecrîdê qebûl nakin. Rojek berî rojekê divê hevdîtin çêbibin û em hay j rewşa wî hebin."    FIKAR   Rabîa Başak jî bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi rêya telefonê ku 4 deq û nîvan dewam kiribû û diyar kir ku dewlet naxwaze dengê Ocalan biçe gel. Başak, bilêv kir ku di warê jiyan û tenduristiya Ocalan de bifikar in û got: "4'ê Nîsanê rojbûna wî bû. Ji bo me roj hilat. Diviyabû li cem me bûna, lê di nava çar dîwaran de ye. Lê belê paradîgmaya wî bi ruh û can dibe. Nexasim jî ji bo me jinan pir hêja ye."    Ciwanê bi navê Ejder Sari jî destnîşan kir ku tecrîd ne qanûnî ye û divê ciwan li ber tecrîdê rabin. Sari got: "Di hiqûqa cîhanê de tecrîd tiştekî qedexe ye û îşkence ye."