Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin 2021-04-06 09:01:06 STENBOL - Xwendekarên di dema protestoyên rektorê qeyûm de hatibû girtin û çend roj berê hatibûn berdan, ji bo berxwedaneke topyekûn bang kirin.  Çalakiyên xwendekaran ên li dijî tayinkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ew tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê kiribû, ji 4'ê Çileyê ve didomin. Di van çalakiyan de bi sedan xwendekar hatine binçavkirin û ji yên hatine binçavkirin 11 kes hatibûn girtin. Herî dawî Şîlan Delîbalta û Anil Akyuz hatin berdan.    MIJ BELAV BÛ RÊ VEBÛ    Xwendekar endamê Partiya Şoreşger a Yekbûyî Necmettîn Erdem ku hatibû girtin, berxwedana xwendekaran wekî serîhildana li dijî zextên îqtidarê pênase kir. Erdem, anî ziman ku pêkanînên antî demokratîk ên li zanîngehan, perçeyek polîtîkayên îqtidarê ne û got: "Kî ket ber wan, ew reş kirin. Bi KHK'yan akademîsyen ji dibistanan avêtin. Bi binçavkirin û girtinan xwestin xwendekarên xwedî fikr û ramanên azad bitespisînin. Ji wan we ye dê bi rektorên qeyûm xwendekaran bitepisînin. Ji Keskesorê tirsiyan. Hin kes sirf di dest wan de alayên LGBTÎ+ hebûn hatin binçavkirin, hatin derbkirin. Lê tevgera ciwana, xwendekar û şoreşger wekî her wextê di hemû şert û mercan de mijê belav dikin û rêyekê ji xwe re eyda dikin. Dîsa wisa bû."    Erdem, diyar kir ku gava hatiye binçavkirin tirsa xwe li nav çavê polîsan girtibû dîtiye.    NIKARIBÛN BERXWEDANÊ BIŞIKÎNIN    Erdem, anî ziman ku gava hatine berdan Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ew wekî "terorîst" û "xayîn" îlan kirine û got: "Bi girtinê, bi binçavkirinê, bi îşkencekirinê, bi hepsa malê, refandin û gefxwarinê nikaribûn berxwedanê bişikînin. Her tişt wekî roja ewil û bibirdarî didome."    BANGAWAZΠ   Erdem, destnîşan kir ku qeyûmtî polîtîkayeke faşîzmê ye û AKP jî cihên ku nikare bi dest bixe dest bi operasyonên tasfiyekirinê kiriye. Erdem, ji bo vê jî bal kişand ser pêkanînên li hemberî baro û zanîngehan û Peymana Stenbolê.    Erdem ji bo mezinkirin û zeximkirina berxwedanê bang kir û got: "Divê em vê berxwedanê ji hundirê kampusê û Kadikoyê derxînin û li her derî belav bikin. Divê em bi têkoşîneke yekbûyî li hev kom bibin û mezin bikin."    Xwendekar Anil Akyuz jî destnîşan kir ku zext û zoriyên hatine kirin nikaribûne berxwedana xwendekaran bişikînin.    ‘MIN SERÎ NETEWAND'    Akyuz, diyar kir ku dema hatiye girtin çend rojan pêdiviyên wî yên sereke nehatine peydakirin. Akyuz, anî ziman ku bi saya raya giştî û serdanên parlementeran ev pêvao bi dawî bûye. Akyuz, diyar kir ku bi fezlekeyên derewîn ên polîsan hatine girtin û got: "Ji ber ku çûm ezmûna ALES'ê, bi hinceta pandemiyê 21 rojî di hucreyekê de hatim tecrîdkirin. Lê di wî 21 rojî de jî min serî netewand. Min nehişt kes jî bitewîne. Heya ji dest min hat, min behsa vê têkoşîna me ya mafdar kir."    Akyuz, anî ziman ku gava hatiye berdan jî cendirmean ew li qeraxa rêya E5 a Pira Kartalê danîne û got: "Paşê haya malbata min pê xistin. Ew li ber girtîgehê li benda min bûn. Bi vî awayî me dît ku dewlet ji berdana me jî ditirse. Piştî nîv saetî malbata min hat."    BERXWEDANEKE TOPYEKÛN    Akyuz, destnîşan kir ku feraseta qeyûm polîtîkaya tehekimê ye û li dijî êrîşên topyekûn, ji bo berxwedaneke topyekûn bang li her kesî kir.    MA / Berfîn Karaman