ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-06 09:00:52   * Berdevkê MAL-ÇEP'ê Halît Yucel, bal kişand ser tunekirina xwezaya Meletiyê û got: "Xwezaya Meletiyê dibe qurbana rantê. Em mecbûr in hevsengiya xwezayê biparêzin."    * Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê bêyî ku bê temamkirin hatibû destpêkirin. Ji ber vê erdên Pirsûsê bûne vilcoq û mane. Cotkarên ku berê ji ber ziwabûnê bi gilî û gazinc bûn, niha jî ji ber vê projeyê mizgefteke ku lê nimêj bikin û devereke ku miriyên xwe lê veşêrin bi dest wan nakeve.    * Xwendekarên di dema protestoyên rektorê qeyûm de hatibû girtin û çend roj berê hatibûn berdan, ji bo berxwedaneke topyekûn bang kirin.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen, bal kişand ser hejmarên pêketiyan ku Wezareta Tenduristiyê belav dike û diyar kir ku dibe ku di rojên pêş de hejmara miriyan zêde bibe.    * HDP'iyan diyar kirin ku partiya wan xwedî mîrateyeke wisa ye ku her cara tê girtin xurtir dibe. HDP'iyan îşaret bi qadên Newrozê kirin û gotin: "Ê çi bikin ji vî gelî?"   * Waniyan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êdî veguheriye îşkenceyê, lewma hevdîtina malbatê û parêzeran qîm nake, divê Ocalan azad bibe.    * Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Şaxa Îmzîrê Ahmet Çîçek, bal kişand ser bêdengiya ji bo binpêkirinên mafan û grevên birçîbûnê û bang li rayedaran kir ku bi berpirsiyarî tevbigerin.    * Jinên ku dê di 10'ê nîsanê de li Wanê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê dakevin qadan, bang jinan kirin ku tevli meşê bibin.    * Bi germbûna hewayê re koçer ji bo rêwitiya zozanan dest bi amadekariyên xwe dikin. Li navçeya Hezexê, ji bo amadekariyên çûyîna zozanan, jinên koçer bi dûrina konan xebatek hevbeş bi rê ve dibin û kedeke mezin didin.    * "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li pêş Edliya Rihayê di roja 29'emîn de berdewam bike.    * Şandeya KCD û DBP'ê wê bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê xwe birêxistin dikin" hevdîtinên xwe yên li Mêrsînê berdewam bike. (10.00-20.00)   * Rêxistinên jinan li Amed, Êlih, Enqere û gelek navendên din wê binçavkirina jinan şermezar bikin. (1100-15.00)   * Komcivîna HDP'ê ya Meclîsê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar dê pêk were. (12.45)   * Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş ê 11 sal berê li Edeneyê hatibû kuştin wê li ser gora xwe were bibîranîn. (14.00)   * Danişîna 3'yemîn a doza Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê were lidarxistin. (16.00)