Kesên li Semsûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-04-06 08:49:09   SEMSÛR – Rêveberên HDP’ê yên Semsûrê ku piştî serdegirtina polisan a avahiya HDP’ê ya Bajar hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Du dih saetên êvarê de polisan li ser îxbarekê bi ser avahiya HDP’ê ya Semsûrê de girtin û li avahiyê bi qasî 6 saetan lêgerîn pêk anîn. Polisan di lêgerînê de hardîskên qompîturan û hin belgenameyên partiyê desteser kirin. Her wiha polisan Hevserokê HDP’ê yê Semsûrê Mehmet Alî Alataş, rêveberê HDP’ê yê bajar Bekir Gurbuz û Serokê Navçeya Navendî Hasarî Ogûz binçav kirin û bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Bajar. Her sê rêveber jî piştî îfade dayînê hatin berdan.