Li Kampa Holê berpirsek DAIŞ'ê hat girtin 2021-04-06 08:46:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên Antî-Terorê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê sergirdeykî DAIŞ'ê yê ku tê gotin herî xeternak e girtin.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 28'ê adarê ve li Kampa Holê li dijî DAIŞ'ê dest bi "Operasyona Mirovî û Ewlehî" kiriye didomîne. Çavkaniyên berpirsên Yekîneyên Antî- Terorê ji ANHA'yê re diyar kir ku li gorî agahî û lixwemukirhatinên şaneyên DAIŞ'ê yên ku hatine girtin, yekîneyên wan operasyoneke li dar xistin. Di encamê de serkirdeyek DAIŞ'ê yê herî xeternak ku berpirsê şaneyên DAIŞ'ê li Holê ye bi navê Ehmed Xaşai (Ebû Xalid) hat girtin.   Heman çavkanî diyar kir ku Ebû Xalid ji parêzgeha Embar a Iraqê ye, sala 1992'an ji dayik bûye û ev endamê DAIŞ'ê yê herî xetere ye ku li Kampa Holê bû.